$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Gulan Dîren
Nav paşnav: Evîn Ozturk
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Muzeyyen-Mehmet Nezîr
Dem û cihê şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê 04-09-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Xaka Kurdistanê ya qedîm, bû dergûşa dîroka mirovahiyê û pêşengî ji afirandina gelek nirxan re kir. Xaka Kurdistanê ku çandiniya destpêkê lê hate kirin, têkiliyên destpêkê yên xurt ên civakî lê hate danîn di hişê civakan de weke 'bihuştê' bi cih bû. Xelkê me yê li xaka Kurdistanê timî bû hedefa mêtingeran û gelek êrîşên li derveyî mirovahiyê lê hate kirin. Xelkê me ku li gel êrîşan hemûyan serî netewand, li hemberî asîmîlasyon, înkar û êrîşên tunekirinê, li nava refên PKK'ê gihîşt hev, berxwedana herî esîl û mezin a dîrokê kir. Têkoşîna me ya ku ji Kurdistanê destpê kir û pêl bi pêl belav bû, ji sînorên Kurdistanê derbas bû û veguherî hêviya paşeroja azad û wekhev a gelên bindest hemûyan.
Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ala berxwedanê ya PKK'ê bi serhildanan silav kir û xwedî lê derket. Hevrêya me Gulan ku li Qoserê ji dayik bû û lê mezin bû, bi kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê mezin bû. Li nava malbateke welatparêz ku tevlîbûn li nava refên têkoşînê bûbû, hîn di zarokatiyê de partiya me nas kir û bala wê çû ser, ji nêz ve şopand. Hevrêya me, jiyana bi koledarî ti carî qebûl nekir ku sîstema mêtinger a kapîtalîst li jinan ferz dike û nasnameya jin a azad a ku Rêber Apo afirandiye weke nasnameya rasteqîn a jinê dît. Her ku felsefeya Rêber Apo bi kûrahî fêhm kir, hîn bêhtir xwest têbikoşe û tê gihişt ku heta jin azad nebe, civak azad nabe. Li hemberî êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker ku sala 2015'an da destpêkirin, weke jineke Kurd a ciwan a ji kevneşopiya berxwedanê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê dijminê mirovahiyê êrîşên qirkirinê birin ser xelkê me yê Êzidî, derbasî Şengalê bû, tevî hevrêyên xwe pêşî li qirkirinê girt û çeteyên DAÎŞ'ê têk bir. Tevî hevrêyên xwe wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî û xelkê me yê Êzidî ji qirkirinê rizgar kir. Piştre jî li çiyayên Kurdistanê vegeriya ku bi dilsoziyeke mezin pê ve girêdayî bû û ji bo êrîşên li ser hebûna gelê me bi temamî têk bibe, careke din dît ku divê bi pêşengiya gerîla bi rengekî fedaî şer bike. Li ser vê bingehê kete nava kûrbûneke xurt. Hevrêya me beşdarî nava Hêzên Taybet bû, bi vî rengî meşa xwe ya şoreşgerî xurtir kir û di demeke kurt de bû milîtaneke YJA Starê ya mînak a pêşenga jiyanê û şer. Nêzîkatiyên paşverû û feodal ti carî qebûl nekir, li ser xeta jin a azad bêteredût meşiya û sekna jin a azad a ji felsefeya Rêber Apo, di kesayetiya xwe de şênber kir. Hevrêya me hunera xwe ya li qada leşkerî bi xebateke berfireh veguherand şarezatiyê û ji dil û bi xurtî tevlî bû. Hevrêya me Gulan li ser xeta Zîlan meşiya, bû mînakeke xurt a jin a Kurd a fedaî. Em careke din soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêya xw Gulan bi serketinê tacîdar bikin.[1]