$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Sorxwîn Aram
Nav paşnav: Medîne Unvar
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Asliye-Mûsa
Dem û cihê şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê 04-09-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Sorxwîn li navçeya Mîdyat a Mêrdînê ji dayik bû ku vê navçeyê bi serhildanên gel û tevlîbûnên girseyî yên li nava refên gerîla navê xwe li dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nivîsî. Li nava malbateke welatparêz a dilsozê nirxên Kurdistanê û xizan a ku bi keda xwe debara xwe dikir, mezin bû. Hevrêya me partiya me PKK zû nas kir û berxwedan û şerê bi rûmet ê gelê me ji nêz ve şopand. Ji bo bibe milîtaneke berxwedana gelekî bi pêşengiya felsefeya Rêber Apo ku ziman, nasname û hebûna xwe tune tê hesibandin, xwedî daxwazeke mezin bû. Di vê pêvajoyê de şahidî ji polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker re kir û rastiya dijmin hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Hevrêya me Sorxwîn rola ku di nava civakê de li jinê dihate ferzkirin û nasnameya jin a kole ya ku sîstemê afirandibû, ti carî qebûl nekir û bala xwe çû ser nasnameya jin a azad a bi pêşengiya Rêber Apo. Hevrêya me bi felsefeya Rêber Apo têgihişt ku civakeke azad tenê bi pêşengiya jin a azad dikare bê afirandin. Lewma biryar da ku bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bibe.
Li hemberî êrîşên tunekirinê yên sala 2014'an ku ji Kobanê heta bi Şengalê li hemberî gelê me dihate kirin, hevrêya me Sorxwîn gelekî bi hêrs bû û dît ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê navenda rabûna li ber van êrîşan e, navenda berxwedana afirandina paşeroja azad a gelê me ye. Lewma bêteredût tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Sorxwîn li xaka Mêrdînê ya qedîm pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir, zû bû milîtanek û gerîlayeke şareza. Bi tecrûbeya xwe li eniyên herî dijwar ên şer ê têkoşîna me, derbasî qada Zagrosan bû û weke gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng zû hînî qadê bû, bi hevrêyên xwe re bû yek. Hevrêya me li çiyayên Zagrosê li dijî dagirkeran şer kir, şareza bû, li ser xeta PKK û PAJK'ê kûr bû, timî dixwend û ji xwe re dikir esas ku tevlîbûneke xurt pêk bîne. Li her qada ku lê ma, weke milîtaneke mînak a Tevgera Azadiya Jinê tevlî nava jiyanê bû, pêşengî kir, li hemberî her cûre paşverûtiyê têkoşiya û bi nasnameya jinê ya azad re bû yek. Ji bo hîn bi xurtî tevlî bibe beşdarî nava Hêzên Taybet bû, li qada leşkerî û îdeolojîk xwe bi pêş ve bir, ji bo bersivê bide pêwîstiyên pêvajoyê kedeke mezin da. Bi kesayetiya xwe ya ji dil û tevlîbûna xwe ya bêteredût li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê. Hevrêya me Sorxwîn ku milîtaneke mînak a xeta jinê ya azad a Rêber Apo bû bi fedaîtî ji bo afirandina paşerojeke azad a gelê me bêrawestand xebitî. Em ê têkoşîna hevrêya xwe ya Sorxwîn teqez bi ser bixînin.[1]