$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Adir Azad
Nav paşnav: Gulbahar Seçkîn
Cihê jidayikbûnê: Çewlîg
Dayik-Bav: Rabîa-Giyasettîn
Dem û cihê şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê 04-09-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Adir li navçeya Solxan a Çewlikê ji dayik bû ku ev herêm di dîroka berxwedanê ya gelê me de xwedî cihekî girîng e, li dijî dagirkeran di her demê de serî netewand. Li nava malbateke hêja mezin bû ku dilsozê kevneşopiya xwe ye û tevlîbûn li nava şerê bi rûmetê yê gelê me kiriye. Lewma bi karakterekî xurt mezin bû. Li gel bandora paşverûtiyê ya civakê ti carî dest ji lêgerîna xwe ya azadiyê berneda, timî dixwend, lêkolîn dikir û hewl dida xwe bi pêş ve bibe. Hevrêya me Adir piştî ku Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo nas kir, bi xurtî bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve hate girêdan. Asta xwe ya têgihiştinê bilind kir, felsefeya jiyana bi koletiyê ya ku civakê lê ferz dikir û jin tune dihesiband, rastiya sîstemê red kir û kete nava lêgerîna têkoşînê. Li hemberî taybetmendiya paşverû û faşîst a derdora civakî ya li nav bû, hevrêya me ti carî ji têkoşîna paşve gav neavêt, siyaseta înkar û asîmîlasyonê ya qirêj ku li ser gelê Kurd bi taybetî jî li ser ciwanên Kurd tê meşandin ji nêz ve dît. Demekê karên ciwanan kir, piştre jî ji bo mafên bingehîn û herî rewa yên gelê me li qada siyasî xebitî. Li gel zext û êrîşên dewleta Tirk a mêtinger, karên xwe bi biryardariyeke mezin dewam kir. Weke jineke ciwan a Kurd her tim xwe bi pêş ve bir û di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, bi erka pêşengiya civakê rabû. Di dema têkoşînê de rûyê rast ê dewleta faşîst dît û bi şênberî fêhm kir ku azadiya gelê me tenê bi têkoşîna gerîla ya dîrokî ya li çiyayên azad ên Kurdistanê dibe. Di sala 2016'an de ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker lê giran bû û ji bo rastiya Kurd û Kurdistanê tune bike bi rengekî bêperwa êrîş dikir, wê demê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Adir li hemberî mejiyê baviksalar her tim li ber xwe da û hebûna bi nasnameya jin a azad ji xwe re kir esas. Li nava refên gerîla asta xwe ya hişmendiyê timî zêde kir, li ser xeta PKK û PAJK'ê bû milîtaneke mînak. Hevrêya me ku taybetmendiya wê ya pêşengiyê her li pêş bû, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêya me Adir ku şopdara xeta fedaiyan bû, tevlîbûna li ser xeta Zîlan ji xwe re kir esas, tevlî nava Hêzên Taybet bû û di vî karî de serketineke mezin bi dest xist. Hevrêya me li gel qada îdeolojîk, ji xwe re kir armanc ku li qada leşkerî jî şareza bike. Bû xwedî tevlîbûneke welê ku li her qadê xwe bi pêş ve bir û bersivê bide pêwîstiyên pêvajoyê. Hevrêya me Adir bi jiyanm, sekn û tevlîbûna xwe ya fedaî bû milîtaneke mînak a jin a azad a Kurd. Em soza xwe dubare dikin ku li ser rêya hevrêya xwe Adir bimeşin û têkoşîna xwe bi bi ser bixînin.
Gelê Kurd ê qedîm hezaran sal in li hemberî êrîşan hebûna xwe parastiye. Li hemberî hêzên emperyal û rêveberiyên ber destê wan, gelê me yê mêzlûm ji bo parastina hebûna xwe di demên herî dijwar ên dîrokê de li ber xwe daye. Di pêvajoyekê de ku hêvî hebû li ber tunebûnê bûn, partiya me PKK bi pêşengiya Rêber Apo di nava şert û mercên herî giran de hêvî ji nû ve afirand. Lewma partiya me PKK tevgereke welê ye ku gelek ji nava xweliyên xwe ji nû ve afirandiye, hêviyên vemirî bi agirê jiyanê ji nû ve gur kir û gihand serketinê. Hêviya ku PKK'ê afirand li her bihosta xaka Kurdistanê belav bû. Gelê me jî bi serhildanan têkoşîna me silav kir.[1]