$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Îsyan Brûsk
Nav paşnav: Azad Tûran
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Dilber-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê 04-09-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê Kurd di tevahiya dîrokê de li dijî gelek êrîşên li ser hebûn û azadiya xwe, serî netewandiye û li çiyayên Kurdistanê yên qedîm berxwedanên efsanewî raber kiriye. Gelê me yê li hemberî dagirkerî û dagirkeran serî netewandiye, li Kurdistanê bi pêşengiya Egîdan xetek berxwedanê û lehengiyê ya mezin pêş xistiye. Gelê me ti carî ev xeta berxwedan û lehengiyê jibîr nekiriye ku ji nifşan heta nifşan bi loriyên dengbêjên Kurd hatiye ragihandin. Îradeya Kurdê azad ku dewleta Tirk a mêtinger difikirî ku bi betonê bi ser girtiye, bi PKK’ê re jinûve zindî bû û li ser xeta serkeftinê derket holê. Hevrêyê me Îsyan jî di nava malbatek welatparêz ku girêdayî vê kevneşopiya têkoşînê ya herêma Serhedê ye de bi loriyên berxwedanê mezin bûye. Hevrêyê me li gund di nava civakek ku bi awayek xurt girêdayî çanda Kurdî ne, girêdayî nirxên xwe mezin bûye û di temek biçûk de Partiya me nas kiriye. Hevrêyê me ji ber zehmetiyên madî çûye metropolên Tirkiyeyê û xebat meşandine û di aliyê madî de alîkariya malbata xwe kiriye. Hevrêyê me li hemberî siyaseta qirêj a dewleta Tirk a mêtinger ku dixwaze civaka Kurd, bi taybetî ciwanan bi polîtîkayên muhtackirina yek nan asîmîle bike, serî netewand û bi tevlîbûna refên têkoşînê bersiva pêwîst daye dijmin. Hevrêyê me sala 2014’an li çiyayên azad ên Kurdistanê tevlî nav refên gerîla bû û ji bo gelê me bibe xwedî pêşerojek azad, weke ciwanek Kurd ê bi rûmet erkê li ser milê xwe pêk anî.
Hevrêyê me Îsyan bi lez fêrî herikîna xwezayî ya jiyana gerîla bû û bûye xwedî tevlîbûnek samîmî û bi coş. Hevrêyê me meraqek wî ya pir mezin li hemberî fikrên Rêber Apo hebû û bê navber bi xwendin û lêkolînê xwe pêş xistiye. Hevrêyê me xwedî kesayetek kedkar bû û ji xwe re esas girtiye ku bêyî ku bibêje biçûk yan mezin, hemû erkên xwe yên Partiyê bi serkeftinê bi encam bike. Hevrêyê me ji bo di aliyê îdeolojî de xwe bi zane bike û ji pêwîstiyên demê re bibe bersiv, timî di nava lêhêrbûnan de bû. Temsîla rast a xeta Partiyê kiriye û li her cihê ku lê ye bûye mîlîtanek mînak ê Rêber Apo. Hevrêyê me Îsyan li ser esasê zindîkirina dirûşmeya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad a ku hesreta şehîdên me yên nemir ku hêza birêvebirina esas û çavkaniya moralê ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye, tevlî Hêzên Taybet bû. Perwerdeyên ku dîtine bi serkeftî qedand û bi awayek xurt xistiye nava pratîkê. Em ê teqez xeyala hevrêyê xwe yê nemir a Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin ku bi ruhê fedayî yê PKK’ê têkoşînek bê hempa bi pratîkê raber kiriye.[1]