Aytenxan kî ye?
Aytenxan, di sala 1976'an de, li Amedê, ji dayik bûye. Di salên 1996-2000'î de li NÇM Şaxa Mêrsînê dest bi xebatên çand û hunerî kiriye. Di sala 2001-2002'yan de li Batmanê li Navenda Çanda Baharê rêveberî kiriye.
Di salên 2004- 2005'an de di Koroya Şaredarîya Baxlarê ya jinan de, nêzî salekê jî di Koroya Şaredarîya Bajarê Mezin de cî girtiye.
Deh salan li Amed û Mêrdînê di AÇEV'ê de (Weqfa Perwerdehiya Jin û Zarokan) wekî Pêşengê Koman û şêwirmendê qadê kar kiriye.
Aytenxan hê jî li Amedê dijî û bi helbestê re mijûl e.
Pirtûka wê ya yekemîn bi navê Efsûna (helbest, 2021) ji Weşanên Lîs derketiye.[1]