$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Agît Serhat
Nav paşnav: Mehmet Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Ayşe-Mecîd
Dem û cihê şehadetê: Derya Reş 30-09-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Agît Serhat li navçeya Horasanê ya Erzîromê ji dayik bû. Tevî ku li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin nebû jî bala wî timî li ser pirsgirêkên civakî bû. Di dema ciwantiyê de kete nava lêgerînan, tevlî gelek derdoran bû, lê bersiv ji lêgerîna xwe re nedît. Di heman demê de bi keda xwe li ser piyan ma û hewl da jiyana xwe bi xwe bimeşîne. Vê rewşê kir ku hevrêyê me Agît kedê baştir nas bike, rewşa mirovên xizan fêhm bike û ji cewhera rast a sosyalîzmê bawer bike. Dema ku welatparêzên Kurdistanê nas kir û qadên bi bandora jiyana PKK'ê dît, rêbaza jiyanê, nêzîkatî, têkiliyên hevrêtiyê, exlaq û pîvanên sosyalîst ên rastî yên PKK'ê bala wî kişand. Jiyana Apoyî ya ku bala wî kişand, hîn bêhtir lêkolîn kir û tevlî bû. Di demeke kurt de bû welatparêz, bû Kurdekî ku nasnameya xwe û hişmendiya xwe nas kir. Yek ji sedemên naskirina tevgera Apoyî weke karakterê serhildêr ê mirovên Erzîromê pênase kir. Bi taybetî di pêvajoya komploya navneteweyî de nêta rastî ya hêzên komploger û xefika ku xwestin gelên me bixin nav zû dît û weke bersiva li vê yekê tevlî karên şoreşgerî bû. Her ku kar kir jiyana Apoyî baştir nas kir, û tempo û asta xwe ya tevlîbûnê zêde kir. Nêzî 5 salan li metropolan kar kir û gelek wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî. Ji ber ku pîvanên PKK'ê û hevrêtî di kesayetiya xwe de baş da rûniştandin bandor gelek mirovan kir û kir ku tevlî nava refên PKK'ê bibin. Hevrêyê me Agît bawer dikir ku Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an divê hîn bêhtir bê mezinkirin û sala 2005'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber ku milîtanekî Apoyî yê demeke dirêj kar kiribû, li nava refên gerîla zêde zehmetî nekişand, aliyên xwe yên leşkerî zû bi pêş ve bir. Li çiyê jî her wezîfeya jê re dihate dayin hewl da bi cih bîne û ji bilî serketinê pîvaneke din li xwe neanî. Her tim pêşniyar û israr dikir ku li Bakurê Kurdistanê têbikoşe û Şerê Gel ê Şoreşgerî bimeşîne. Di encama vê israrê pêşniyara wî hate qebûlkirin û sala 2010'an derbasî herêma Dersimê bû. Her tim dixwest li herêma Derya Reş gerîlatiyê bike, li vê derê derbê li dijminê mêtinger bixe û Şerê Gel ê Şoreşgerî mezin bike. Bi vê armancê piştî Dersimê berê xwe da Derya Reş û li vê herêmê dest bi gerîlatiyê kir. Di nava şert û mercên herî giran ên gerîlatiyê de hevrêyê me Agît li Derya Reş demeke dirêj kar kir. Li vê derê bi kedeke mezin derbên giran li dagirkeran xist. Di nava tevgera Apoyî de bû yek ji wan milîtanan ku li Derya Spî di gerîlatiyê de bû efsane. Sala 2016'an di şerê dijî artêşa Tirk a mêtinger de bi lehengî şer kir, milîtaniya leheng a Apoyî di asta herî bilind de temsîl kir û bi vî rengî şehîd ket. Hevrêyê me Agît bi pratîka xwe ya bi mînak a ji gelek herêmên Kurdistanê heta Derya Reş, bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî wê ji hevrêyên xwe re her tim bibe rêber.[1]