$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Andok Argeş
Nav paşnav: Serdar Atsiz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Aliye-Bûrhan
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Andok li bajarê Wanê yê Kurdistanê ku deriyê xwe li gelek gelan vekiriye ji dayik bû. Li bajarê Wanê ku bi çand û kevnşeopiya xwe tê naskirin şahidî ji gelek berxwedanan re kir û cihê xwe di nava vê berxwedanê de girt. Hevrêyê me Andok bi vê çanda berxwedanê mezin bû û ev yek di kesayetiya xwe de afirand. Hîn di zarokatiyê de polîtîkayên qirker ên dijmin ên li ser gelê Kurd fêhm kir. Weke ciwanekî Kurd ev zilma li gelê Kurd tê kirin qebûl nekir. Ji bo têkbirina polîtîkayên qirkirinê yên dijmin, baweriya xwe bi wê yekê anî ku pêwîstî bi têkoşîneke rast û bi bandor heye. Dît ku ev têkoşîn jî tenê li nava refên PKK'ê dibe. Hevrêyê me Andok li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kuridstanê. Sala 2015'an li Eyaleta Wanê dest bi gerîlatiyê kir û bi bandora jiyana gerîla bi fedakariyeke mezin xwedî li wezîfe û erkên xwe yên demê dekret. Bi taybetî sala 2015'an piştî ku dijmin agirbest xera kir û dest bi şer kir, polîtîkaya qirêj a dijmin baştir fêhm kir û ji bo azadiya Rêber Apo bêrawestan têkoşîna xwe hîn bi bandor dewam kir. Di nava gerîla de kete pey wê yekê ku hevrêtiya rast, meşa rast a li ser etê û milîtaniya Apoyî ya rast divê çawa be. Hevrêyê me Andok ku di her kêliya jiyanê de tiştên nû hîn bû, wate da vê yekê. Bû milîtanek ku ji bo Rêbertî, gel û welatê xwe bikeve bin her barî.[1]