Mamostayê jenyarê daholê Berat Elî Nûranî wefat kir. Berat Elî Nûraî ku wek ’’Ka Berat’’ dihat naskirin, doh 08-03-2014) ji ber nexweşî û pirsgirêkên tendirûstiyê di temenê 81 salî de li bajarê Sineyê wefat kiriye.
Nûraî di sala 1932’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanhe ji dayik bûye û di warê lêxistina daholê de pispor bû û 70 salan ew kar dikir. Ew û Ebdula Şerîetî ku jenyarê zirneyê bû bi hevre di piraniya merasîmên dawet û şahiyên xelkê herêmê û merasimên navnetewî de beşdar dibûn.
Sê roj beriya wefata Ka Berat hevalê wî yê salên berê û jenyarê zirnayê Ebdulah Şerîetî jî d temenê 81 saliyê de wefat kiribû. Di salên borî de Ka Berat ji ber nexweşiyên dil û ifoneta hinavan gelek nerehet bû. Xebera wefata wî hunermendê Kurd berê di medyayên Îranê de belav bû.
Çend sal beriya niha derhêner Burhan Ehmedî fîlmê bi navê ’’Dahol’’ derbarê jiyan û xebata hunerî ya Ka Berat de çêkiribû û Akademiya Milî ya Muzîka Fransayê ji ber pisporiya wî di warê lêxistina daholê de, doktoraya fexrî ya muzîkê peşkêşî wî kiribû.[1]