$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Pîrdogan Elbak
Nav paşnav: Yûnûs Karaca
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Nebahat-Îdrîs
Dem û cihê şehadetê: Zap 06-09-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê m Pîrdogan li navçeya welatparêz a Wanê li Elbakê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên kedkar û neteweyî mezin bû. Ji ber welatparêziya malbatê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê timî ji nêz ve şopand. Hevrêyê me Pîrdogan polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ti carî qebûl nekir û li dijî vê yekê timî têkoşiya. Ji bo ku di têkoşînê de gavên nû biavêje û hîn bi bandor bibe, timî kete nava hewldanan. Di encama vê lêgerînê de jî baweriya xwe bi wê yekê anî ku têkoşîna herî bi bandor tenê li nava refên PKK'ê bi şerkirinê dikare bê meşandin. Hevrêyê me Pîrdogan ku bi her gava xwe zanî bû, biryar da tevlî nava refên PKK'ê bike û beşdarî nava têkoşîna çalak bû. Hevrêyê me Pîrdogan bi coşeke mezin xwe gihan çiyayên Kurdistanê, bi perwerdeyên ku li ser bingeha felsefeya Rêber Apo wergirtî, xwe kûr kir. Her kêliya jiyana gerîla ji bo xwe weke perwerdeyê dît û di rêya milîtaniya Apoyî de gelekî bi pêş ve çû. Hevrêyê me Pîrdogan bi berpirsyariyeke mezin nêzî her wezîfeyên şoreşgerî bû, dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo, gelê Kurd û welatê xwe re bi pratîkeke serketî nîşan da.[1]