$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Brûsk Çekdar
Nav paşnav: Azad Sayiner
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Halîme-Omer
Dem û cihê şehadetê: Zap 06-09-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Brûsk li yek ji navendên berxwedanê yên herêma Serhedê li navçeya Erdîşê ya Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi bandora mezinbûna li nava derdoreke bi vî rengî hîn di ciwantî de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me Brûsk polîtîkayên asîmîlasyon, înkar, îmhayê yên dewleta Tirk a mêtinger, faşîst û qirker a li ser gelê Kurd ji nêz ve dît û kete nava lêgerînên têkoşînê. Hevrêyê me Brûsk hewl da li dijî dewleta Tirk a faşîst rêbazên têkoşînê biafirîne û piştî ku demekê destgîrkirî ma, gihîşt wê baweriyê ku bersiva herî bi wate ya ji sîstemê re bê dayin, gerîlaiya li çiyayên Kurdistanê ye, lewma sala 2014'an biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi xwe re kete nava têkoşîneke bêeman û ji bo guherîn û veguherînê di kesayetiya xwe de çêbike têkoşiya. Hevrêyê me Brûsk xwe ji aliyê îdeolojîk ve xurt kir, di heman demê de tiştên hîn bûyî bixe pratîkê. Hevrêyê me Brûsk bi sekna xwe ya li nava jiyanê li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê û heta şehîd bikeve ji sekna xwe tawîz neda, di jiyan û şer de bû lêgerînerê serketinê.[1]