Navê pirtûkê: BAJARÊ MOSÎQARÊN SPÎ
Navê nivîskar: #Bextiyar Elî#
Navê wergêr: Şehab Xalidî
Wergera ji ziman: Soranî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2021
Sal, 1998. Elî Şerefyarê nivîskarê naskirî yê Kurdistanê li balafirgeheke Amsterdamê rastî kesekî bi cilûbergên spî tê ku zerfeke bi nota û CD yên mosîqayan dide wî da ku li Kurdistanê radestî navnîşanekê bike. Li wê navnîşanê jê tê xwestin ku hikayeta Celadetê Kotirê mosîqarê zîrek lê bedbext binivîse. Hikayeta ku paşê dibe romanek û navê wê dibe Bajarê Mosîqarên Spî, bi çavê nivîskarê xwe û karakterê xwe tê vegêran.
Bajarê Mosîqarên Spî, ya ku bi şêwazeke bançîrokî hatiye nivîsîn û tê de hêmanên postmoderniyê xuya dibin, berê me dide serdema nêzîk a mişt karesat li Başûrê Kurdistanê ji salên ‘60î heta salên ‘90î, nexasim salên di bin zext û desthilata Sedam Husên û Beesê de û ev bajarê mosîqaran di serdemeke wisa de tekane bajarê hemû bedewiyên ebedî ye ku xwe parastiye.
Di vê romanê de sînorên rastî û xeyalê xumam dibin, bajar û dinyayine din hene ku sînorên bedewî/kirêtî û başî/xirabiyê tê de ji hev vediqetin û karakterên wê her yek ji efsûnekê dipekin efsûneke din. Mosîqarê ku balinde pê re difirin, efserê ku bêhna porteqalan jê tê, doktorê ku xerîkî muzexaneya xwe ya nihênî ye di bin erdê de da ku hemû tablo û peykerên bedew ên dinyayê lê bicivîne, sozaniya ku perperok li dora wê digerin…
Bajarê Mosîqarên Spî romanek e di awaza mosîqayeke hiznî hiznî de, tabloyek e di dirûvê rengekî spî spî de.
“Bajarê Mosîqarên Spî û şêniyên wê, di demeke ku civak ji wan bêpar e, hesreta xweşikbûnê, rastiyê, resentiyê, evînê û edaletê sembolîze dikin.” Haşim Ahmedzade
“Bajarê Mosîqarên Spî vê çavdêriyê tekez dike ku Bextiyar Elî dîmeneke neadetî ya nivîskariyê nîşan dide di edebiyata hevçerx de ku ti bazareke edebiyatê nekariye kuj, koşe û dînîtiyên vegêrana wî bixe qalibekî.” Stefan Weidner[1]