Navê pirtûkê: ÊVARA PERWANEYÊ
Navê nivîskar: #Bextiyar Elî#
Navê wergêr: Besam Mistefa
Wergera ji ziman: Soranî
Cihê çapkirina pirtûkê: stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2012
Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike ku Perwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovên oldar ên ku bawer dikin li dijî gunehkaran şer dikin de ji aliyê birayên xwe vetên kuştin. Pişt re, ev êvar dibe semboleke ku zivistan, mirin, têkçûn û dinyayek girtî û dorpêçkirî nîşan dide. Taybetmendiya efsûniya realîst a romanê ji destpêka çîrokê ku xwendevan bi bajarekî ku kuçe û kolanên wî bi xwînê tijîne, rû bi rû dimîne. Çend rojan li bajêr xwîn diherikî… Yek ji wechên romanê ya herî efsûnî pinpinîkên ku gelek caran xuya dikin. Navê serlehenga romanê Perwane ye ku di Soranî de tê wateya pinpinîkê. Dema xweha Perwaneyê, Xendan, alîkarî jê dixwaze, di şeklê pinpinîkê de tê. Xendan pinpinîkan dixe nav kitêbên li kitêbxanê. Dema fundemantalîst li bajêr kitêbfiroşxaneyekê dişewitînin bi hezaran pinpinîk dişewitin. Êvara ku Perwane û Medya tên kuştin li hewayê pinpinîk difirin.
Komek keç û kur di jiyana xwe ya rojane de rastî gelek zehmetiyan tên ku wan ji ji hevdû hezkirinê mehrûm dike. Her ku diçe pirsgirêk mezin dibe û li bajar kuştina hin evîndaran, wan ji bo jiyanek hêjatir sewqî lêgerîna stargehek ewle, cihekî utopîk, cihekî ku tu tiştek û tukes nikaribe wan aciz bike. Lêgera wan a bi zor û zehmet wan di herêmek dûr û çiyayî re derdixe ku pişt re ji aliyê rûniştvanên wê wek Aşiqistan û ji aliyê yên dijî wan wek ‘Dehla Tolazan’ tê qalkirin.
... Perwane û Medya li gundekî cihekî ewle peyda dikin, lê pişt re ji aliyê sîxurên Mela Kewser tên dîtin ku ew di êvareke biberf de kuştina wan a li ber çavê gel pêk tîne. Romanên Bextiyar Elî, tevî berhemên wêjeyî ku ji aliyê Gabriel Garcia Marquez, Tonî Morrîson, Derek Walcott, Taher ben Jelloun, Moniru Ravanipur û Salman Ruşdî dikare wek romanên realîst ên efsûnî bên tarîfkirin. Di romanên Bextiyar Elî de bi saya gelek referansên civakî, dîrokî û siyasî, yek bi hêsanî dikare bêje ku rûnandina berhemên wî bi realîteya Kurdistanê ve girêdayî ye.
Haşim Ahmedzade, ji “Di Romanên Nivîskarekî Kurd de Realîzma Efsûnî: Bextiyar Elî” (Romana Kurdî û Nasname)[1]