$Kurtejiyana mamosteya kurd Canda Erefat$
Canda Erefat di dîroka 21-1-1994' an de li gundê Cim'ayê yê girêdayî bajarê Qamişlo hatiye dinyayê, xwendina xwe ya seretayî li gund qedand û ya navîn û amadehî jî li dibistana Qenatswês ya keçikan bi dawî kiriye. Di sala 2010'an de derbasî fakulteya mafnasiyê ya zanîngeha Firatê li bajarê Hesekê bûye, lê ji ber şert û mercên jiyanê xwendina xwe bi dawî nekiriye. Di sala xwe ya çaremîn de 2016'an xwendina xwe rawestand û tevlî nava xwendina ziman û wêjeya kurdî ya Zanîngeha Rojava li Qamişlo bû.
Piştî derçûna ji zanîngeha Rojava weke assistant du salan xwend û heta vêga bûye çar sal in mamostetiyê li wir dike; waneyên ziman û zimannasiya kurdî dide, xwendekarên zanîngehê. Her wiha wê serpereştiya hejmarek pirojeyên derçûnê kiriye, niha jî karê redeksyona pirtûkên çavkaniyên zanîngehê dike.
Ew ji despêka şoreşa Rojavayê ve di Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê kurdî (S.F.P.Z.K. li Sûriyê) de bi bavê xwe re kar dikim; ji ber ku bavê wê ji dema ciwaniya xwe ve waneyên zimanê kurdî li gund û gundewrên bajarê Qamişlo didan, wî hezkirin û kelecana fêrbûna ziman di dil û ruhê wê de çand.
Canda Erefat waneyên ABeya kurdî û kursên rêzimanê didan, ji ber di wê demê de xelkê hemûyan berê xwe dan fêrbûna zimanê dayikê.
Mamoste Canda Erefat ji ber kelejan û xwendina wê ya di ber ziman û wêjeya kurdî de, karibû gelek xwe pêş bixîne û gelek jêder û çavkaniyên li ser ziman û wêjeya kurdî bixwîne. Ji ber van sedeman ew li ser ware ziman û zimanasiyê lêkolînan dike. [1]