Adîle Xanim ku brîtaniyan bi navê jina pêşeng bi nav dikin, ew bi xwe pêşenga eşîra Çav bûye û di dîroka 1874'an de di nav malbateke serwer de li bajarê Sineyê ya rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ji paşeyekî kurd Osman Paşayê Çav re zewicî ku ew bi xwe li Helebçeyê bû. Li şûna wî hevjîna wî di dîroka 1924'an de serwerî kir.
Eşîra Çav yek ji eşîrên bi nav û deng in di dîroka kurdistanê de, warê wan zagros eû di navber êran û êraqê de parçe dibe. Adîle Xanim ji malbateke Şahîpîran ya arîstuqrat bûye. Wê karibû bandoreke gelekî mezin di kar û barê eşîrê de li naverasta şehrezûrê bike. Çiku di wan çaxan de li herêmê serwerên jin gelekî kêm bûn. Her wiha wê bi rêya damezranidna sûk, zîndan û dadgehan re ku bi xwe serweriya wê dikir karibû paşnavê Xanim werbigire. Jinên eşîra Çav gelek karibûn di ber helbesta kurdî û çandê de rol bilîzin. Her wiha hinek ji wan jî di warên civakî û siyasî de jî roleke gelekî girîng lîstine.
Brîtaniyan di şerê cîhanî ya yekem de êraq dagir kirin, hingê di sala 1917'an de agirbesta Modros hat îmzekirin. Wan dixwestin di sala 1918'an de rêveberiya xweser bidin kurdan. Serwerî dan Mehmûdê berzencî, lê wî bi operesyonekê hemû serbazên siyasî yên birîntanî kuştin. Peyre di 1919'an de bi rêveberiya wî wîlayeta Mûsil hate ava kirin, di serdema dagirkirina Inglîzan li êraqê. Di an deman de Adîle Xanim di dawiya temenê şêstiyan û di destpêka heftêyan de bû. Wê karibû di warê çandî bandorekê li helebçeyê mîna navendeke çandî bike.
Brîtaniyan gelekî bi serfiraziyên wê dieciband, çiku wê gelek leşkerên brîtaniyan rizgar kiribû, ji ber van sedeman navê Xan bi mebesta serwera berxwedêr hate bi nav kirin. Piştî wefata wê kurê wê yê tekane Ehmed Mixtar serweriya eşîra Çav bi dest xist û bû helbestvanekî bi nav û deng li herêmê.
Çavkanî: Wergera ji zimanê erebî, Kurîpêdiya
[1]