Nav: Mihemmed
Nasnav: Xanayê Qubadî
Navê babê wî: QybadBeg
Sala Jidayikbûnê: 1668
Sala mirinê: 1754
Cihê jidayikbûnê: Derne, Navçeya Selasa bawecanî
Cihê Mirinê: Kirmaşan
$jiyanname:$
Xanayê qubadî; Navê wî yê Dirist Mihemmed kurê qubadbegê kurê emîrxan kurê seyid ehmedbegê yekemê caf kurê seyidelî yê yekemê kurê ênaqê eslî، yekem kurê seyid hanim ena'm e. Bi eslê xwe nevîyê qubad begî ye, ji malbata begzadeyên cafên qubadîye. Xana qubadî helbestvaneke Naskirî yê bajarê Ciwanroyê bû, jibilî Zimanê kurdî, Zimanê farsî, Erebî û tirkî jî dizanî. Herweha beşek zêde ji helbestên xwe bi şêwezara goranî nivîsîne ku zaraveya helbest û wêjeya wî serdemî bû. Xanayê qubadî di sedsala 17ê jiyaye û ji berhemên wî yê berçav, em dikarin Şîrîn û xesrew ê destnîşan bikin. Derheqê rêkefta jidayikbûn û mirina wî gelek boçûnên cuda hene, Lê li gorî desnivîsek kevin, ku bi destê mamoste Sidîq Borekeyî ketiye, Xana qubadî li salên 1083 Û 1168 a koçî jiyaye.
$Berhemên wî:$
1. $Beşek ji dîwana helbesta xana$ ji amadekirin û vekolîna karwan Osman xeyat (rêbîn), çapa yekê ya wê ji zincîre weşanên koma ronakbîrî û civakiya kerkûk ye, li sala 2012 hatiye çapkirin.
2. $Xusrew û şîrîn$ Ev berhem çend carekan hatiye çap û parvekirin. Cara yekê li ser destê Mihemmedê mela ebdulkerîmê muderîsî li sala 1975ê hatiye belav kirin. Ku ji weşanên kora zanyarîya kurde, ji zincîreya jiyandnina kelepûrî û wêjeiya kurd, hejmara 20ê.
3. $Leyla û mecnûn$ sala 2011ê bi destê xeffar ibrahîmî li binkeya jîn hatiye çap û weşandin.
4. $sultan ibrahîm û toş aferîn$ ji layê mamoste mihemmed reşîd emînî yê yaweyî ve hatiye çapkirin (dezgeha aras, sala 2011ê li bajarê hewlerê çapkiriye).
5. $Yûsif û zuleyxa$ li sala 2006ê mamoste hekîm mela salih ev berhem amadekiriye û kora zanyarîya kurdistanê li hejmara 17ê ya pertûkên xwe li bajarê hewlêrê çapkirin.
6. $şîrîn û ferhad$ Ev berhem heta niha jî nehatiye çapkirin, lê mamoste hekîm mela salih dibêje: nisxeyek ji wê berhemê cem min heye!
7. $Eskender name$ mixabin hîç nisxeyek ji wê berhemê li bedrest nîne.
$Nimûneyek ji helbesta evînî ya xanayê qubadî:$
Zuxaw ce cergim, Zuxaw ce cergim
Zuxaw ser kerden meşo ce cergim
Gull gull gull besten, sertapa bergim
Nazdawen waden, qeyran megrim
Pey çêş pey hîcran bûm be der sefaê!?
Semen sîma sam, sosen kilafê
Sed dax ha ne cerg siyahçaremda
Siften kon reng hezar paremda
Xeyr ce min fêşter cerg be dax siftem
Be cesten mecnûn, Pey leyl koskeftim
Werne kes bê to ricam zûx noşen?
Kes be siften dax siyaberg poşen
Herweha ev dû beytên xana qubadî gelek navdarin:
Rasten mewaçan farsî şekkern
Kurdî ce farsî bell şîrînteren
Pey çêş nedewran iî dinyay bed kêş
Me’lûmen her kes be zwan wêş [1]