$Kurtejiyana Zubêr Hiso Ferhan$
Çalakvanên kurd Zubêr Hiso Ferhan di dîroka 1949'an de li bajarê Dirbêsiya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li bajarê Dirbêsiye xeendiye û bi dawî kiriye.
Di sala 1966'an de koçî Nemsayê dike bi mebesta ku xwendina xwe berdewam bike. Li wir di fakulteya bijîşkiyê di zanîngeha Viyene de dixwîne û der diçe, hingê di warê bijîşkiya giştî ya birîndariyê de psporiyê dije. Di sala 1967'an de tevlî nava partiya Demokrata Kurdistanî- Êraqî ya beşê Ewropayê dibe. Her wiha ew beşdarî berxwedêriya siyasî ya şoreşa îlonê li ewropayê dibe û di wê maweyê de xwî roleke aktîv û sereke bû. Gava ku ew nexweş ket Berezanî bi xwe pê re mijûl dibû.
Di nava refên xwendekarên kurd de berxwedanî dikir li Ewropayê û xwedî roleke mezin bû di warê xwendekarên kurd yên ewropayê de.
Ew bû endamekî rêvebir ya partiya Demokrata kurdistanî ya beşê ewropayê. Her wiha ew endamekî rêvebir di yekîtiya xwendekarê kurd li Ewropayê bû.
Di nava xwendekarên kurd de, xwedî roleke aktîv û berz bû di xizmetkirina gelê xwe de.
Di sala 1981'ê de mîna erekekî welatparêzî ji bo alîkariya zarokên neteweta xwe li warê xwe vegeriya.
Di warê bijîşkiyê de li bajarê Helebê xebitî, lê haya tu kesî ji xebata wî mebû. Ew di navbera Nemsa û warê xwe diçû û dihat. Piştî ku nebûna aramiya li sûriyayê diçe başûrê kurdistanê û li bajarê Hewlêrê dimîne. Li wir di nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê de dixwbite. Li dawiyê jiyanê ji ber nexweşiya di sibeha roja şemiyê 14-06-2014'an de koça dawî dike.[1]
Aras Hiso
Çavkanî: Kurdîpêdiya - wergera ji erebî