$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dildar Rojava
Dayik-Bav: Seîd Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Dayik-Bav: BesêMihemed
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Dildar li bajarê Reqayê yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê, di malbateke ji eşîra Şêxî ya welatparêz de ji dayik bû. Malbat û xizmên hevrê Dildar ji salên 1990’î ve ji dema Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku di pêşengiya partiya me PKK’ê de pêş ket, di bin bandora têkoşîna me de ne û di nava refên Partiyê de tevlî têkoşînê bûne. Di destpêka salên 1990’î de zarokên mamê wî tevlî nava refên gerîla dibin û hevrêyê me Şehîd Salih di sala 1992’an de di nava refên ARGK’ê de şehîd dibe. Di malbat û derdoreke wiha welatparêz û hêja de mezinbûna hevrêyê me Dildar kir ku partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike.
Hevrê Dildar ku 13 salan di dibistanên sîstemê de xwend û firsend dît ku di nava sîstemê de bi rihetî bijî, li hemberî komkujiyên çeteyên DAÎŞ'ê yên di dema êrîşa li ser Kobanê de li dijî gelê me pêk anîn, bi hêrsek mezin di çeperên berxwedanê de cih girt. Di şer de carekê ji çavê xwe birîndar bû, lê bi îrade û azweriyeke mezin a têkoşînê careke din cihê xwe di çeperan de girt û mil bi mil bi hevrêyên xwe re têkoşîna xwe domand. Di Berxwedana Serdemê ya Kobanê de ku ji bo gelê me û tevahî mirovahiyê pêvajoyeke dîrokî ye û tu carî di bîra mirovahiyê de nayê jibîrkirin, weke ciwanekî Kurd erk û berpirsyariyên xwe yên ji bo azadiya gelê me bi cih anî. Hevrêyê me Dildar ê ku piştî Berxwedana Kobanê ya dîrokî li gelek qadan xizmet kir, bûye xwedî şansek ku bi dehan şervanên Apoyî yên ku di têkoşîna azadiya gelê me de cih girtine nas bike. Ji bo bîranîna hemû şehîdên me yên şoreşê bi taybet van hevrêyên me û parastina nirxên ku di berdêla canê xwe de li ber xwe dane, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Dema ku tevlî nava refên gerîla bû, kete bin bandora jiyana gerîla ya pîroz ku bi zor û zehmetiyên mezin li çiyayên Kurdistanê hate afirandin. Her wiha sekna milîtaniyê ya xurt û têkiliyên hevrêtiyê yên vê jiyanê bala wî kişand, bû yek ji wan mijaran ku bandor lê kir. Hevrêyê me Dildar ji bo xwe bigihîne vê jiyana gerîla ya pîroz û têkiliyên wê yên hevrêtiyê, ji roja destpêkê ve bi fedakarî hewl da. Hevrêyê me ku ji aliyê leşkerî ve xwedî tecrûbeyên girîng bû, xwest ku şerê gerîla û taktîkên dema nû hîn bibe. Ji ber vê jî xwe da perwerdeyê, did emeke kurt de encama ked û hewldana xwe wergirt û bû milîtanekî Apoyî yê şareza. Di heman demê de hewl da di îdeolojiya Rêbertî de xwe kûr bike û bû xwedî kesayetiyeke xurt a milîtan. Dema ku dewleta Tirk a mêtinger sala 2021'ê li ser tevgera me dest bi êrîşên berfireh kir û bi her rêbazên li derveyî mirovahiyê xwest encamê bi dest bixe, hevrêyê me Dildar derbasî herêma Zapê bû, hîn di rojên destpêkê yên şer de rêbaza têkoşîn û şer diyar kir. Hevrêyê me li hemberî dijmin bi rêbaza fedaî û bêfikar têkoşiya, beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin. Bi tevlîbûna xwe ya bêteredut, wêrekî û fedakarî ya li van çalakiyan, hem barê hevrêyên xwe sivik kir hem jî bû çavkaniya hêzê ji wan re. Lewma li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Bi rêbaza xwe ya encamgirtinê ya li qada şer, bi hevrêtiya xwe ya dilnizm û bi sekna xwe ya biryardar a li milîtaniya Apoyî bû milîtanekî mînak di nava jiyanê de. Weke fermandarekî pêşeng ê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê wezîfeyên xwe bêkêmasî bi cih anî û şehîd bû. Ji bo me şenseke girîng e ku bi hevrêyekî welê hêja li heman refên berxwedanê têkoşiyan. Em ê xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Dildar derkevin û soz didin ku armancên wî pêk bînin.[1]