$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Ronahî Gap
Nav paşnav: Cemîl Ecer
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Hatîce-Mehmet Şerîf
Dem û cihê şehadetê: Xakurkê 05-05-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Ronahî li navçeya welatparêz a Mêrdînê li Dêrikê ji dayik bû. Di nava civakeke dilxwazê doza azadiyê de mezin bû hîn di zarokatiyê de bû xwedî hişmendiya gel, welat û têkoşînê. Hevrêya me Ronahî welatparêzî û berxwedêriya jinê ya herêma Mêrdînê di kesayetiya xwe de şênber kir û weke jineke KUrd zû kete nava lêgerîna li azadiyê. Tevî ku li dibistanên dewleta Tirk bi rengekî serketî dixwend, fêhm kir ku ev dibistan ne ji bo azadiyê, lê belê xizmetê ji asîmîlasyon û qirkirinê re dikin, lewma jî lêgerîna wê ya li azadiyê xurtir bû. Bi taybetî ji ber tevlîbûna xwişk û xaltîka wê ya li nava refên têkoşîna azadiyê, ji bo hevrêya me Ronahî bû mînak û biryar da ku ew jî di vê rêyê de bimeşe. Piştî ku Şoreşa Rojava li ser bingeha şoreşa jinê ava bû, hestên mezin bi hevrêya me Ronahî re çêbûn û gelekî kete bin bandora vê şoreşê. Di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de xaltîka wê bi lehengî şer kir û şehîd bû. Şehadeta xaltîka wê daxwaz û biryardariya wê ya têkoşînê zêdetir kir û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Ronahî li Bagokê beşdarî nava refên gerîla bû, piştre jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li nava refên gerîla herî zêde hevrêtiya pak û rasteqîn a PKK'ê û jiyana komunal bandor lê kir. Ji Heftanînê heta Xakurkê li gelek qadan gerîlatî kir û bi zîrekbûyîn û jêhatîbûna xwe zû bi pêş ket. Bi îdeolojiya Apoyî û li ser xeta Jin a Azad xwe perwerde kir, xwe gihand asteke girîng a ji nû ve afirandinê. Weke jineke Kurd her ku bi pêş ket azad bû, xwest heman pêşketinê li qada leşkerî jî pêk bîne. Li ser vê bingehê li akademiya leşkerî perwerdeya pisporiyê wergirt. Weke sekvaneke pispor ji aliyê leşkerî ve her tim xwe bi pêş xist. Li gel xweperwerdekirinê her wiha hevrêyên xwe jî timî perwerde dikir û piştgirî dida.[1]