$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Agît Gelaz
Nav paşnav: Halîl Ronken
Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye
Dayik-Bav: Sûweyla-Eshed
Dem û cihê şehadetê: Xakurkê 13-08-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Agît li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û hîn di temenê biçûkanî de polîtîkayên iqrêj ên mêtingeran ên li ser gelê me dît. Polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên dagirkeran ên li ser gelê Kurd qebûl nekir û di temenê ciwantiyê de kete nava lêgerînan. Hevrêyê me Agît di ciwantiya xwe de Rêber Apo û PKK nas kir û baweriya xwe pê anî ku têkoşîna em ya azadiyê wê gelê me bi ser bixîne, bi vê têgihiştinê berê xwe da çiyayên qedîm û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêtî û jiyana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi çanda PKK'ê ava bû, gelekî bandor lê kir û bû parêzvanekî leheng ê xeta partiyê. Hevrêyê me li nava malbateke kedkar mezin bû, kesayetiya xwe bi kedê ava kir û li her qada lê ma pêşengî ji jiyanê re kir. Her wezîfeya jê re hate dayin bi cidiyeteke mezin, bi fedakarî û daxwaz bi ser xist. bi pratîk û sekna xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û rêzdariyê. Hevrêyê me ku di gerîlatiyê de pispor bû, zû hînî cografya zehmet a Xakurkê bû û şarezabûna xwe ya li qada leşkerî di gelek çalakiyan de nîşan da, hêz da hevrêyên xwe û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêyê me Agît ku di xeta fedakarî û fedayîtiyê de milîtanekî mînak bû wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn.[1]