$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Ernesto Besta
Nav paşnav: Îbrahîm Kulter
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Kevser-Ethem
Dem û cihê şehadetê: Zap 21-04-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Ernesto li Şirnexê ji dayik bû û li nava malbateke dilsozê nirxên welatparêziyê mezin bû ku gelek ji malbatê tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Ji ber welatparêziya malbatê û derdorê, têkoşîn zû nas kir. Hevrêyê me Ernesto li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker û mêtinger ên li dijî gelê me bi taybetî jî li dijî ciwanên me bêdeng nema û tevlî nava karên ciwanan bû, hewl da ciwanên Kurd ji polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a mêtinger biparêze. Hevrêyê me, ji ber karê ku dikir ji aliyê dagirkeran ve hate girtin û demekê li zindanên dewleta Tirk a mêtinger hate hiştin. Hevrêyê me Ernesto ji biryardariya xwe ya têkoşînê tawîz neda û piştî pêvajoya zindanê weke bersiva li dagirkeran di sala 2013'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêyê me, perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî qedand, derbasî herêma Zapê bû û heta şehîd bikeve li vê qadê pratîkeke serketî meşand. Di demeke kurt de bû xwedî tecrûbe û li nava jiyanê û şer her tim li pêş bû. Hevrêyê me Ernesto di xeta fermandariya serdema nû de meşiya û li cihê ku lê ma bû nûnerê xeta Partiyê. Hevrêyê me Ernesto ku milîtanê leheng ê Felsefeya Rêber Apo bû, wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn.[1]