$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mahîr Jiyan
Nav paşnav: Adem Bûrankaz
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Mahfûze-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: Xakurkê 13-01-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mahîr ku bi eslê xwe ji Bedlîsê ye û li Stenbolê ji dayik bû, kevneşopî û çanda herêma Garzanê di kesayetiya xwe de bi cih kir. Malbata wî ji ber şerê qirêj ê dewleta Tirk ê li dijî gelê Kurd koçî metropolên Tirkiyeyê kir. Her çend vê yekê zor da hevrê Mahîr jî pişte rastiya dijmin bêhtir fêhm kir û baweriya xwe pê anî ku tenê bi têkoşîna lid ijî dijmin azadiya gelê me dikare misoger bibe. Dît ku ev têkoşîn jî tenê bi şerê gerîla dibe, jiyana ne ya xwe, terikand û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mahîr piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû, xwe gihand jiyaneke hîn bi wate û li dijî xeta xiyanetê, di kesayetiya xwe de xeta berxwedanê şênber kir. Hevrêyê me Mahîr her tiştên li çiyayên Kurdistanê û li nava jiyana gerîla hîn bû, her kêliya jiyanê ji bo xwe bi wate dît. Fêhm kir ku her wezîfeya ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd çiqasî hêja ye. Giraniya vî barî ji bo wî ti carî nebû pirsgirêk û ji xwe re kir pîvanê esasî ku her karî bi ser bixîne. Hewl da guhertinê di kesayetiya xwe de bike û pêşketin ji xwe re timî kir armanc. Hevrêyê me Mahîr bi wêrekî û fedakariya xwe bû milîtanekî pêşeng ku ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak hate dîtin.[1]