$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Cesûr Colemêrg
Nav paşnav: Îshak Sayin
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Gullî-Hacî
Dem û cihê şehadetê: Xakurkê 13-01-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Cesûr li Colemêrgê li nava malbat û derdoreke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Cesûr ku ji eşîra Pinyanîşê ye, kevnşeopiya welatparêziya Kurd a ji eşîr û malbata xwe wergirtî, beriya tevlî nava refên gerîla bibe jî li nava karê ku dikir hewl da bi cih bîne. Hevrêyê me Cesûr ku demeke dirêj li dibistanên mêtingeriyê xwend, fêhm kir ku ev dibistan bi kêrî wî û gelê me nayê û sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Cesûr azadiya Rêber Apo û gelê me ji xwe re kir armanca sereke û di kesayetiya xwe de guhertinên mezin kir, bû têkoşerekî mezin. Hevrêyê me Cesûr bi perwerdeyên li nava partiyê wergirtî bû milîtanekî şareza. Li qada leşkerî xwe bi pêş xist û her tiştên ku nû hîn dibû xist pratîkê. Di pratîkê de pê hesiya ku îradeya mirovan dîwarekî qewîne ku naheje û ji xwe re kir wezîfe ku zor û zehmetiyan ji holê rake, lewma bi ser zehmetiyan ve diçû. Hevrêyê me Cesûr di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû milîtanekî mînak.[1]