Navê pirtûkê: ŞAPÎNOZ
Navê nivîskar: #Enwer Karahan#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2010
Min dît ku ez û tu li serçemî, li biniya Gomika Qazan rûniştibûn û serêvarê bû. Hîbehîbek li çemî rabûbû ku keraxan nuh av berdabû û ax û xwelîsork û qirş û qal bi ber harbûyina pêlên avê ketibûn. Em li wê gihaşînka li qiraxa çemî, di bin dara hijîra zerik de, di nav wê çaviya diriyan de rûniştibûn. Te çakêtê xwe li bin me raxistibû...
Min dît ku te bi destê xwe ji min re du-sê dirîreşk jêkirin û te ew xistin devê min. Tiliya te di devê min de ma û te ew hêdîka kişand. Tama mizbûna wan hîna jî di bin zimanê min deye. Û min dît ku te devê xwe xist devê min û te jibermayiyên tama dirîreşkan ji lêvên min bir û min çavên xwe girtin. Û gava min çavên xwe girtibûn, min dît ku reşekî wek efrîtekî di ser serê me re sekiniye ku e wdişibiya “Wî” û gava min dît ku ew reşê hanê di ser me re sekiniye û dike bêra di destê xwe de bi şûrikî dawşîne serê te, min çavên xwe beliqandin. Gava min çavên xwe vekirin, min dît ku bi rastî jî “Ew” di ser serê me re sekiniye û bi awayekî matmayî li maçîkirinên me temaşe dike. Û min dît ku gava awirên me hatin hemberî hevdu, wî bêr danî û destê xwe avêt kêleka xwe ya çepê û ew debançeya mîna marekî reş ji ber xwe kişandû berê wê da min û te. Û min dît ku…[1]