KOVARA ROJAVA
JI WEŞANÊN HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
SALA 2018 Qamişlo
Em li xwe digerin, li pênaseyên xwe yên rasteqîne, li helwestên xwe yên rehdaçikyayî û kêlîkên revyayî yên dîrok, jiyan, têkçûn û serkeftinên xwe digerin.
Em li xwe digerin da ku em ji xelkê pêtir xwe nas bikin, da ku ji xelkê pêtir li xwe mikur werin û ji xelkê pêtir, ji hev re; bibêjin: gelo ka çi bi serê me, çanda me, zimanê me, xewna me û çi bi serê xeyal û nîgaşa me hatiye?
Dema di lixwegerînê de em pêrgî hestên xwe bibin, pêrgî raman û hizirînên xwe bibin, pêrgî bîr û boçûn û derbirînên xwe bibin, wê demê, em ê dîsa bizanibin ka wê xelkê çi bi serê me û zimanê me û çi bi serê hest û nestên me anîne?
Kovara Rojava jî, li bin sîwaneya bizava lêgerîna li xwe, li kêşeyên nasnameya xwe, li barûdoxên netewe û siberoja xewna xwe, dê hewl bide li koşeyên tarî bigere da ku ron bike. Dê hewl bide beşdarî
dewlemendkirina paşxaneya rewşenbîriya Kurdan bibe da ku rewşenbîrê Kurd rola xwe ya civakî û wijdanî kûrtir bike û berpirsiya xwe ya li hember çand û ziman û afirandinê berfirehtir bike û hewl bide
ku bersva çend pirsên bêbersiv ên girêdayî heyîn û neyîna me, bide.[1]