$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Welat Reşan
Nav û paşnav: Orhan Saginç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Nafya - Suslu
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Welat li Wan, Qelqeliyê hatiye dinê û di nava malbat û derdorek xwedî zanista welatparêz de mezin bûye. Hevrêyê me weke gelek malbatên Kurdan ên ji ber êrîşên dewleta Tirk a mêtinger bi zoriyên madî re rû bi rû maye, neçar maye ku ji metropolên Tirk koçî Stenbolê bike û ji xaka lê mezin bûye, dûr ketiye. Li metropolên Tirk ji nêz ve şahidî ji polîtîkayên bişaftinê re kiriye ku dewleta dagirker li ser gelê me û bi taybetî li ser ciwanên Kurd pêk tîne. Bi zorê leşkerî bi hevrêyê me Welat dane kirin û di vê pêvajoyê de rûyê dewleta faşîst û mêtinger hîn nêztir nas kiriye. Hevrêyê me Welat li dijî êrîşên mêtingeran qet serî netewandiye û tevlî refên têkoşînê bû. Bi awakek çalak di nava berxwedana li dijî dagirkeran de cih girtiye. Hevrêyê me demekê di nava xebatên ciwan û gel de cih girt û gelek caran rastî terora destgîrkirinê ya dewleta mêtinger hatiye. Hevrêyê me Welat li dijî êrîşên qirkirinê yên ku li Rojava, Şengal û Mexmûrê li dijî gelê me tê kirin bêdeng nebû û baş fêm kiriye ku divê gelê me bi pêşxistina xeta parastina cewherî, dikare li ser piyan bimîne. Hevrêyê me Welat li çiyayên Kurdistanê li ser xeta Rêber Apo meşiya û sala 2015’an tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Welat di demek a ku êrîşên îmhayê ya li dijî gelê me herî zêde bûn de, ji ciwanên Kurd re cih û tarzê têkoşînê nîşan da û pêşengî kir. Roja ku tevlî gerîlayên azadiyê bûye, weke roja ji nû ve ji dayikbûna xwe pênase kir. ji bo xwe ji bandorên nerênî yên ku sîstemê di kesayeta wî de ava kirî rizgar bike, bê navber xwe lêpirsîn kiriye. Di demek kurt de bûye mîlîtanek mînak ê Partiya me. Hevrêyê me Welat bi hevrêtî û jiyana pîroz a PKK’ê re bûye yek û hezkirin û teqdîra hemû hevrêyên xwe qezenc kiriye. Hevrêyê me Welat ji bo hem xwe û hem jî hevrêyên xwe yên derdor pêş bixe hewldanek zêde daye, bûye şopdarek yilmaz ê felsefeya Rêbertî û ji bo têkoşîna şehîdên nemir bi serkeftinê tacîdar bike, her tim lêhêrbûn kiriye. Ji xwe re esas girtiye ku fikrên xwe bixe pratîkê. Hevrêyê me Welat bi lez di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pêş ket, ruhê mîlîtanê demê hilda û li ser xeta serkeftinê meşiya. Em soza hevrêyê xwe ya pêkanîna Kurdistana Azad dubare dikin.[1]