Navê pirtûkê: GOTINÊN NAVDARAN
Navê nivîskar: #Firat Cewerî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2015
“Firat Cewerî: Gelo miletên bindest bi çi awayî dikarin heyîna xwe ji serdestên xwe biparêzin? Mîr Celadet Alî Bedirxan: Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi quweta du çekan diparêzin.
- Çi ne ew herdu çek?
- Ol yek, ziman dido.
- Baş e, mamoste, heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingê divê miletê bindest kîjan çekê li hemberî serdestên xwe bi kar bîne da ku bikaribe heyîna xwe biparêze?
- Heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingê çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e...”
Di salên nodî de, Firat Cewerî bi riya kovara Nûdemê û bi jinûveweşandina kovara Hawarê, rewşenbîrê me yê bêhempa Celadet Alî Bedirxan ku di sînorê jibîrkirinê de bû, dîsa derxist, gihand nifşê me û aktuel kir. Cewerî, di vê kitêba ku bi forma romaneke modern de hatiye hûnandin, li mala Rewşen Xanimê dibe mêvan û bi Mîr Celadet Alî Bedirxan re dikeve diyalogeke kûr û piralî. Di siya xewn û rastiyê de, portreyekî Mîr Celadet Alî Bedirxan yê ji dîroka sedsalane hêdî hêdî zelal dibe û tahmeke edebî ya xweş li dû xwe dihêle.[1]