Behremenda kurd Fatme Eto di dîroka 06-04-2000'î de li gundê Têfşoya ser bi bajarê #Kobanî# ya girêdayî Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ew tekane xwîşka şeş birayan e. xwendina xwe ya seretayî di sala 2010'an de li gundê Têfşo xwendiye, hingê wan deman tenê xwendin bi zimanê erebî bû.
Wê demê pileya di ser hevalên xwe re dianî û xeyala wê her ew bû ku xwendina bijîşkiyê bike da ku bikaribe mirovan derman bike, lê ji ber rewşa koçberî û derbideriyê li welêt wê nekarî vê xwendinê bike. Xwendina xwe ya navîn bi zimanê dayîkê xwend, peyre xwendina amadehî li dibistana Xizênê berdewam kir. Piştgiriya xwendinê her demê ji dayîka wê dihat û jê re dibû pişt û di sala 2020'an de bawernameya amadehî werdigire. Her demê pirtûkên bi zimanê erebî û kurdî dixwend. Xwendina jê re bibû pîşeyeke jiyanî.
Peyre di sala 2021'ê de li zanîngeha Kobaniyê beşê ziman û wêjeya kurdî dixwîne, gelek astengî kişandin heta ku karibû xwendina xwe berdewam bike. Li rex xwendina zanîngehê pirtûkên helbest, çîrok, roman û hwd dixwîne. Ji ber hewesa xwendinê her demê wiha dibêje ''Pirtûk jiyan e. bi rêya pirtûka dikarim cîhana li derdora xwe binasim. Mirovên ku pirtûkan dixwînin dikarin cîhaneke dîtir nas bikin''.
Gelek çîrok û gotaran di kovar û rojnameyan de diweşîne. Her wiha gotarek bi navê ''Girîngiya ziman'' di kovara Sîwan de belav kiriye û pirtûkeke helbestan ya bi navê ''Evîna Bê Sînor'' bi kurd nivîsandine û gelek kurteçîrokên wê hene. Ji aliyekî din ve destana bi navê ''Salih û kejê'' bi kurdî berhev kiriye û nivîsandiye.
Werger û amadekirin: Aras Hiso
Çavkanî: Kurdîpêdiya
[1]