Şîlan Mihemed di dîroka 20-04-1991'ê de li gundê Hemdon a bajarê #Kobanî# ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Xwendina xwe ya seretayî li kobanî xwendiye, paşê bawernameya amadehiya giştî ya besê wêjeyî di sala 2009'an de bi dest xist. Di heyama şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, encama talan û wêranên ku li herêmê rûdaye, ji bo veguhestina rastiya şerê Rojavayê Kurdistanê ya ku gelek şehîd di ber rêça şoreşê de bûne qurbanî, wê jî berdewamkirina rêça şehîdan girte ser milê xwe û rêça hevalên xwe yên rojnemegerên şehîd wekî Rizgar, Denîz, Dilîşan Îbiş û wekî din berdewam kir û ji wan hêz werdigirt. Ji wê yekê wê cihê xwe di qada ragihandina li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê wergirt û li ajansa nûçeyan a firatê li kobaniyê girt. Her wiha di adara 2013'an de bi damezrandina ajansa herêmê ya qenala Rojava di wir de kar kir
Paşê cihê xwe di nava ajansa nûçeyan a hawarê de digire û wekî peyamnêr li kobaniyê, Qamişlo û Girê Spî dixebite.
Şîlan Mihemed bi karê peyamneriyê, gelek nûçeyê rizgarkirinê û şopandina rewşa herêmê veguzêndiye. Her wiha wê hewl daye fikir û felsefeya rêber Abdulla Ocalan, û dagirikeriya li ser herêmê, berxwedana jin û hemû aliyên jiyanê bi rêya pênûs û kamîreya xwe bişpîne.
Bi rizgarkirina herêma Girê Spî û Minbicê ji çeteyên Daişê, ew beşdar damezrandina ragihandinê li herêmê bûye. Her wiha ew beşdarî operesyonên gelek herêmên rizgarkirên ên ji daişê bûye, ew herêmîn mîna Kobanî, Minbic, Tepqa û Reqayê.
Di sala 2019'an de derbasî warê radyoya dengê Kobanî dibe û cihê xwe di rêveberiyê de digire. Her wiha wê di radyoyê de gelek bernameyên li ser gundan, warên jinê û civakî pêşkêş kirine.
Di heman demê de bi qasî du saka cihê xwe di ragihandina azad û meclîsa ragihandine jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de girtiye. Li rex vê yekê ew beşdarî gelek perwerdeyên bîrdozî û rojnemegeriyê bûye.[1]
Çavkanî: Kurdîpêdiya - Amadekirin û wergera ji erebî: Aras Hiso