Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,697
Wêne
  123,908
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,599
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Salixdana dewleteka xweser
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya ne dadgeh e, ew tenê daneyan ji bo lêkolînê û eşkerekirina rastiyan amade dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mem û zîn
Mem û zîn
Salixdana dewleteka xweser
Siddik BOZARSLAN

Ehmedê Xanî, ”#Mem û Zîn# ” bi awayekî wisa nivîsîye ku tê da dewleteka Kurdî ya xweser tê ber çavan û bi temamî hêza xwe, bi hemî şax û vêkxistinên xwe dikeve kirasekî rastîn û berçav. Di wê dewletê da kargêr hene, wezîr hene, karbidest hene, xebatkar hene, nobedar û parêzdar hene, fermandar hene, leşker hene; li serê wê dewletê jî mîrek digel tac û textê xwe, digel şîyan û heybeta xwe rûniştî ye, çerxa wê dewletê digerîne. Serbajarê wê dewletê Cizîr e, ku bajarek ji bajarên Kurdistanê ye.
Em binêrin, Xanî di beşê 8´an da ji devê çîrokbêj çawa salix û pesnê wî mîrî û dewleta wî daye:
”Got: Di dema mêjîn da padîşahek hebû
Di hukumeta xwe da serketî û tuwana bû
Gelên cure cure jê ra stûxwar bûn, hem jî binferman
Nesla wî Ereb (bawerîyeke wisa belav bûye) bû, lê ew bi xwe mîrê Kurdan
Textê wî li Cizîrê bû, bextê wî jê ra yar
taliê wî xurt û zexm bû, meqamê wî bilind û dîyar
Rom û Ereb û Ecem jê ra bûbûn binferman
Meşhûr û navdar bû, bi navê Mîrê Botan”
Dîsa di wî beşî da di heqê dewlet û dûzen û kargêrî û hêza Mîrê Botan da weha gotîye:
”Aqil û hûner û şerkarî û ciwamêrî
dîsîplîn û têkûzî û dûzen û kargêrî
Dadmendî û dewlemendî û dîndarî
fermandarî û êrîşkarî û parêzdarî
Dagirtî bû ji her yekê ji wan xezîneyeka wî
veşartî bû ji her yekê ji wan defîneyeka wî”
Di beşê 26´an da, dema qala hevpeyvîna Tacdîn û Mîr di heqê Bekir da hatîye kirin, ji devê Mîr weha salixê dewletê û kargêrîya dewletê hatîye kirin:
”Em celeba mîran wek celeba aş in
em pirr difetilin û digerin, geh li pêş û geh li paş in
JI neçarî pêwist e jibo me aşvanek
Bivê – nevê ye jibo me dergevanek
Hingî em çerxa dewletê digerînin û babetê me hukumet e
kar jibo me carna zulm e, carna jî adalet e”
Di beşê 40´î da, dema qala vegera Mîr ji nêçîrê kirîye, weha salixê wê vegerê daye:
”Mîr hat, û digel wî ew qas esker
dawil û zirne, deng û qîrîn û mehter
Dengê lêdana dawilan û dengê lêdana sazan
dengê pêşrewên eskeran û dengana gaze- gazan
Di demên derketina ji bajaran û hatina bajaran da merasimên weha mezin bi esker û mehteran, bi dawil û zirne û saz û qîrînan ji kê ra tên çêkirin? Bê guman ji serekên dewletan ra; berê jî wisa bû, nuha jî wisa ye.
Di beşê 51´ê da, dema Zîn wesîyeta xwe li Mîr dike, di despêkê da ji Mîr tika dike ku di dema mirina wê da xemgîn nebe, paşê weha dibêje:
”Mem bo min, û merhemet jibo te
Xem bo min, û seltenet jibo te
Ey şahê min, meke pevçûn û têkoşîn bi min ra
Ez bi para xwe razî me, para min bihêle ji min ra
Rûnê tu li ser textê xwe, wek Xusroyê dêrîn
Xûz bike bi ser rûyê xwe da taca xwe ya zêrîn”
Zîn paşê ji Mîr tika dike ku heta salek çi qas di hukumetê da bipeyîve, çi qas meaşan belav bike, çi qas eskeran bixûne huzûra xwe, çi qas girtîyan berde û wd. hemî bi nîyeta wê bike û ji wê ra bike xêr. Ev wesîyeta Zînê jî tam salixdana dewletek û hukumdarê wê ye.
Bi kurtî, di ”Mem û Zîn ”ê da tiştê ku babetê peyvê ye, dewleteka Kurdî ya xweser e. Di dastaneka neteweyî da, bê guman tiştekî dî jî nedibû û nabe. Xanîyê nemir jî tiştê pêwist kirîye û di dastana xwe da salixê dewleteka Kurdî ya xweser daye. (eynê eser, r. 31-33)
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,200 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 13
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 07-11-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Helbest
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-03-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-03-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-03-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,200 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!