$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Agît Botan
Nav Paşnav: Omer Karanfîl
Cihê Bûyinê: Sêrt
Navê Dê û Bav: Suphiye – Aydin
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 24-08-2019 /Qadên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Agît li Sêrtê ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de gelek zarên xwe yên dilêr fedkar kirine, li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Malbata hevrêyê me Agîd ji ber zexta zêde ya dijmin bêgav maye ku ji Kurdistnaê koçî metropolên Tirkiyê bike lê hevrêyê me Agît ti caran ji rastiya xwe qut nebûye, hişk bi nirxên Kurdbûnê ve girêdayî maye. Hay jê çêbûye ku armanca polîtîkayên dijmin ên li ser gelê me qirkirin e û bawerî pê aniye ku bi teqezî divê li dijî vî dijminê qirker têkoşîn were dayin. Bi vê çarçoweyê lê fikiriye ku tevlî têkoşîna nav gerîla bibe û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.
Çawa ku tevlî nav refên gerîla dibe pir kêfşxwe dibe ku digihije rastiya xwe, bi kelecanî û moralê tevlêbûnê kesayata xwe geş dibe û dibe gerîlayekî zîrek. Li nav jiyanê qet ji pîvanên azadiyê nehatiye xwarê, ji bo ku rêgezên Gerîlatiya Modernîteya Demokratît biserirîne pir ked daye. Di têkiliyên hevrêtiyê de ku hevrêtî haveynê sereke yê partiya me ye, bi dilnizm û fedakariya xwe derketiye pêş û bûye milîtanekî Apoyî yê mînak.[1]