$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rûbar Amed
Nav Paşnav: Mehmet Can Talay
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: İnci – Mahmut
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 09-08-2019 /Qadên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rûbar li navçeya Amedê ya ku kelehek berxwedanê ya Kurdistanê ye, li Erxenî li nav malbateke welatparêz çêbûye.Ji ber derdora ku lê dijî welatparêz e, vê kiriye ku hevrêyê me Rûbar ji nêz Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nasbike. Ji ber vê rastiyê jî zext û zilma dijmin ditiye û ji zaroktî ve li dijî vê hêrsa xwe rabûye. Hevrêyê me Rûbar hê dema ciwan hay ji rastiya dijmin çêdibe, digihije wê bîr û baweriyê ku bi têkoşînê gelê me ji qirkirinê were xilaskirin.
Xasma jî dema zanîngeh dixwend di serî de komkujiya Roboskê, ji ber êrîşên li ser gelê me li rêyên têkoşîna gerîyaye, bawer kiriye têkoşîna herî karîger têkoşîna çekdar e û tevlî nav refên gerîal bûye. Bi vî rengî rê û rêbaza têkoşînê şanî ciwanên Kurdistane kiriye û peywira pêşengiyê ya ku ji ciwanên Kurdistanê tê hêvîkirin bi cih aniye. Daxwaz û biryardariya wî di têkoşînê de piştî tevlêbûnê tûjtir dibe, ji bo ku bibe fedayiyê bijarte ye gelê me tevlî nav rêxistiniya Hêzên Taybet dibe. Weke her hevrêyê fedayî hevrêyê me Rûbar jî bi ked, hezkirina hevrêtiyê, manewiyat û dilsoziya bi Rêber Apo bûye mîlîtanekî mînak ê fedayî.[1]