$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Hebûn Kato
Nav paşnav: Sumeyye Ataman
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Rahîme-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 08-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Hebûn li navçeya Elkê ya Şirnexê li nav malbateke welatparêz û di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl dayî çêbûye. Ji ber sedema ku malbat welatparêz e ji zaroktî ve partiya me nas kiriye. Hê dema ciwan di hişmendî de bûye xwe astekê, lê geriyaya ku Rêbertiya me û Partiya me fêhm bike. Xasma jî bi jinbûna xwe nakokiyên kûr ên li jiyana têdeyî dîtiye û neerîna pegalê ya li jinê, rola ku lê hatî fesilandiye red kiriye, hatiye çiyayên Kurdistanê, mekanê jiyana azad û tevlî nav refên gerîla bûye.
Hevrêyê me Hebûn ku piştî tevlî nav refên gerîla bûye li Bakurê Kurdistanê têkoşiyayî di vê pêvajoyê de rêgezên sereke yên gerîlatiyê hîn dibe, her wiha Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêbertiya me fêhm dike û ber bi jina azad ve gavên pêşî davêje. Hevrêya me Hebûn piştre derbasî Başûrê Kurdistanê dibe, li gelek qadan dimîne û dibe xwedî pratîkeke serkeftî. Xasma jî bi gerîlabûna xwe ya YJA Starê, hay ji berpirsyariya xwe ya dîrokî ya serdemê li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bar kirî çêbûye û bûye xwedî jiyan û pratîkeke layiqî vê berpirsyarî hêviya ku jê dihate kirin. Hevrêya me Hebûn ku hay ji rola jinê ya li nav tevgera me ya azadiyê û terisîna vê rolê ya li jiyan û şer hebû, tevlî berxwedana bêhempa ya li Avaşînê bûye û bi pêşengî li berxwedana heyî kiriye. Bi zîrketiya xwe ya di şerê tîmên mobîl de tevlî gelek çalakiyan bûye, her wiha di têkiliyên xwe yên hevrêtiyê de, bi nêzîkatiya xwe ya sade û dirûst li her gav û qada jiyanê pêşengî kiriye.[1]