$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Çiya Tendurek
Nav paşnav: Mesût Salazer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Kamîle-Mehmût
Dem û cihê şehadetê: 08-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Çiya li bajarê berxwedanê yê Serhedê Wanê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber ku malbat welatparêz bû û ji derdora malbatê tevlêbûna li nav gerîla hebû, ev dibe sedem ku hevrêyê me Çiya partiya me PKK'ê nas bike. Dema ku zanîngehê dixwîne li nav xebatên ciwanan dibe û wiha deset bi xebatên xwe yên pêşî yên şoreşger dike. Lê sala 2014'an piştî ku çeteyên DAÎ'ê êrîşê tîne ser Rojava û Şengalê ji bo ku gelê me biparêze tevlî nav refên gerîla dibe.
Piştî ku tevlî nav refên gerîla dibe tekiliyên hevrêtiyê yên partiya me û jiyana çiyê tesîrê li ser dike û bi hemû enerjiya xwe, xwe di ber jiyanê re dike û ev li hemû qadên jiyanê bi rengekî beloq xuya dike, li dijî têsîrên pergla kapîtalîst a li ser kesayata mirov têdikoşe. Bi vî rengî bandorên pergalê ji ser xwe davêje û digihije rastiya xwe .Hevrêyê me Çiya di şerê dijî DAÎŞ'ê de dibe xwedî tecrûbeyeke mezin. Di vî şerî de yê ji bo mirovahiyê hatî kirin gelek caran birîndar dibe û ev rewş dibe sedema ku zêdetîr bi îdeala azadiyê û xeyala xwe ve were girêdan. Hevrêyê me Çiya ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de peywira xwe ya diî DAÎŞ'ê bi serkeftî bi cih tîne piştre berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên ku dildarê wan e. Jiyana çiyê ji divêtiyê derxistiye, weke rengê jiyanê dîtiye û bi rengê azaweriyê dil daye vî rengê jiyanê. Bi vê girêdayinê pêşengî li her qada jiyanê jiyanê kiriye. Li gel berpirsyariyên sirûştî, bi bîreweriya berpirsyarî û peywira fermandarbûnê, ji bo ku hewcehiyê pêvajoya dîrokî bi cih bîne pir hûr û kûr bûye û kêfaret kiriye. Dema ku li Avaşînê bû, weke milîtanekî Apoyî bi fedakarî û dilnizmî tevlê bûye, bi van xasetên xwe kiriye ku hemû hevrêyên wî, wî teqdîr bikin. Her wiha dîsa bi helwesta tûh a di şêwaza fermandariyê de û bi tevlêbûna xwe ya li her xebata ku kirî, bi pêşengiya xwe bi hemû hevrêyên xwe re yekerebûneke rihî pêk aniye. Di pêvajoya şer de jî bi vê tevlêbûna xwe, peywira xwe ya fermandarî û pêşengiyê bi hesasiyeteke mezin bi cih aniye, bûye pêşengê şerê tîmên mobîl ku yek ji taktîka şer a Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk e. Bi şerê tîmên mobîl ku hevrêyê me Çiya pêşengiya wê kiriye mudahele li her qadê hatiye kirin ku dewleta TC'ê ya mêtinger êrîş aniye ser û derbên giran li dijmin hatine xistin.[1]