$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mizgîn Dilbirîn
Nav paşnav: Fatma Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Vahîde-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 08-10-2021/ Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Mizgîn li Kobanê ji dayik bûye û di nav derdora azadiyê ya Şoreşa Rojava de mezin bûye. Bi bandora şoreşê re, hevrê Mizgîn PKK û Rêber Apo nas kiriye û piştî demekê biryar daye ku tevlî nav refên gerîla bibe û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.
Piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye di hunera şer de xwe kûr kiriye û wekî gerîlayeke xurt tevlî nav xebatên şoreşê bûye. Hevrê Mizgîn ji bo ko îdeolojiya Rizgariya Jinan a Rêbertiya me fêm bike û jiyaneke li gorî vê çarçoveya îdeolojîk bijî gelekî hewl daye. Di pêvajoyên perwerdehiyê de nakokiyên li ser jinan dîtiye û xwestiya van nakokiyan pûç bike. Hevrê Mizgîn perwerdehiya pisporiya leşkerî stendiye û bûye gerîlayeke profesyonel. Li Başûrê Kurdistanê li gelek qadan xebatên şoreşê meşandiye û piştre çûye qada Avaşînê ya ku şerekî gur lê heye. Hevrê Mizgîn li vê derê jî bi bîrbûna pêşengtiyeke jin tevgeriyaye û ji bo ku rengê jinê di şer de xuya bike, kedeke mezin daye. Hevrê Mizgîn bûye yek jî pratîkvana pêşîn a şerê tîma gerok a ku taktîka me ya nû ya şer e. Hevrê Mizgîn bûye yek ji milîtana pêşeng a Pêngava Bazên Zagrosê.
Malbatên hêja yên hevrêyên me Hozan, Hebûn, Çiya, Hogir û Mizgîn ên ku bi berxwedana xwe derbên giran li artêşa Tirk xistine, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”[1]