$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Sozda Vorîn
Nav paşnav: Nûr Kizil
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Cemîl-Mehmet Salîh
Dem û cihê şehadetê: 07-07-2021/ Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Sozda li Qoserê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di zarokatiyê de nas kir û bû sempatîzan. Hevrêya me Sozda ji bo pêwîstiya hişmendiya welatparêziyê bi cih bîne ku di temenê ciwantiyê de wegirt, her tim kete nava lêgerînan û li ser vê bingehê beşdarî karên girîng bû, ev wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî. Sala 2015'an di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de hevrêya me Sozda firsend dît ku partiya me PKK'ê baştir nas bike û her tim xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Di pêvajoya berxwedanê de li qada ku lê bû tevlî kar bû, ji bo pêşvebirina berxwedanê bi roleke girîng rabû. Bi bandora şehadeta hevrêyên xwe û komkujiyên ku dijmin li gelê me dikir, hevrêya me Sozda li dijî dijmin bû xwedî hêrseke mezin.
Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tolhildana herî bi wate bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bê hilanîn û sala 2017'an tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve firsend bi dest xist ku kûrbûna xwe ya fikrî ya berê wergirtî bixe meriyetê. Di demeke kurt de bi pêş ket û bû fermandar. Şêweyê jiyanê yê ku sîstem di şexsê jinê de li mirovahiyê ferz dike, di pêvajoyên perwerdeyê de bi rengekî rast nirxand, têgihişt û gihîşt wê encamê ku jiyaneke azad tenê bi kûrbûna li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo dibe. Piştî ku bi vê yekê hesiya dest bi avêtina bandorên sîstemê yên li ser kesayetiya xwe kir û bi taybetmendiyên nasnameya jinê ya azad xwe xemiland. Guhertina di kesayetiya xwe de di sekna leşkerî de jî nîşan da û ji bo bibe fermandareke jin a berê xwe li serketinê ye, bi rengekî bêeman li dijî dijmin têkoşiya. Bi saya baweriya ji xwe ya îdeolojîk her tim xwe amade kir ku li ber dijmin rabe û ev yek jî di pratîkê de nîşan da. Demeke dirêj li Heftanînê ma û li dijî êrişên dijmin ên li ser herêma Heftanînê her tim ji bo çalakiyan kûr bû. Beşdarî gelek çalakiyên gerîlayên YJA Starê bû yên li dijî dijmin hatin lidarxistin û bi performansa serketî ya di şer de bi rola pêşengiyê rabû. Taybetmendiyên bedew ên li jiyan û şerê gerîla hemû bi kesayetiya xwe ya dilnizm re kir yek û bi vî rengî kete dilê hevrêyên xwe. Bi hesasiyeta xwe ya di hevrêtiyê de bû mînakeke girîng ji hevrêyên jin re.[1]