$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Kûrtay Bestûn
Nav paşnav: Mûhammed Suphanî
Cihê jidayikbûnê: Kamyaran
Dayik-Bav: Vîda-Vahîd
Dem û cihê şehadetê: 07-07-2021 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Kûrtay li herêma Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz û dilsozê warê xwe ji dayik bû. Ji ber welatparêziya xurt a malbata xwe, hevrêyê me Kûrtay di temenê ciwantiyê de doza Kurdistanê nas kir, şahidî ji polîtîkayên qirkirinê re kir ên ku mêtinger li ser gelê me ferz dike. Mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet ev polîtîka qebûl nekir û ji bo têbikoşe kete nava lêgerînan. Di encama van lêgerînan de jî partiya me PKK nas kir û kete bin bandora rastiya têkoşînê ya partiya me. Hevrêyê me Kûrtay her ku partiya me û rastiya şehîdan nas kir hîn bêhtir xwe li pêşberî gelê me berpirsyar hîs kir û li ser vê bingehê tevlî karên şoreşê bû. Hevrêyê me Kûrtay polîtîkayên dejenerekirinê yên dagirker li ser civakê ferz dike analîz kir; pirsa ku rizgariya ji binê vê zextê wê çawa be timî ji xwe pirsî û bi tevlîbûna li nava refên gerîla bersiv ji vê pirsê re dît. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bersiva nakokiyên xwe dît û nava pênaseya azadiyê bi jiyana gerîla dagirt, lewma hîn bêhtir bi jiyanê ve hate girêdan. Ji her qad û kêliya jiyanê xwe berpirsyar dît û di çarçoveya nirxên komunal û têkiliyên hevrêtiyê de hewl da xwe bi pêş bixîne. Li gel parastina çanda xwe ya herêmî, ji ber taybetmendiyên Kurdistanîbûnê, ji bo çand û herêmên din ên Kurdistanê nas bike her tim hewl da, di vê mijarê de xwe bi pêş xist û bû kesayetekî neteweyî. Hevrêyê me Kûrtay bi baldariay xwe ya li ser hunera gerîlatiyê, bi taybetî ji bo fêhmkirina Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk û bibe gerîleyekî li gorî vê feraseta gerîlatiyê, xwe timî perwerde kir, bû gerîlayekî pispor, profesyonel. Pêşketina xwe ya ji aliyê gerîlatiyê ve ji bo li qada şer bixe pratîkê her tim xwe pêşniyar kir ku biçe qada şerê giran. Di vê hewldana xwe de serketî bû û derbasî herêma Heftanînê bû. Li herêma Heftanînê li dijî êrişên dijmin bi erka pêşengiyê rabû, bû mînakek bêhempa ya milîtaniya Apoyî û di şikandina êrişên dijmin de bi roleke girîng rabû.[1]