$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Berxwedan Zagros
Nav paşnav: Metîn Ozturk
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Sidika-Emîn
Dem û cihê şehadetê:08-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Berxwedan li Sirûca Rihayê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber zextên dijmin û polîtîkaya dijmin a ku dixwaze Kurdan ji Kurdistanê derxe, malbatê koçî Dîlokê kiriye. Hevrê Berxwedan dema ku hatiye temenê ciwantiyê hay ji van polîtîkayên dijmin çêbûye û li hemberî van polîtîkayan ketiye nav têkoşîneke çalak. Di nav xebatên ciwanan de dest bi çalakiyên şoreşgerî kiriye. Di van xebatan de bi helwesta xwe ya wêrek û qet tawîzê nade dijmin derketiye pêş û ciwanên Kurdistanê li dora xwe kom kiriye. Ji ber xebatên serkeftî hevrê Berxwedan dîl ketiye destê dijmin, piştî 4 salên di girtîgehê de, dema ji zindanên dijmin derketiye berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Dema ku hatiye çiyayên Kurdistanê di nava demeke kurt de bi jiyana çiyayan re bûye yek û ligel ku li çiyayan nû jî bûye gerîlayekî jêhatî. Bi tecrubeya jiyanî û danheviya teorîk di her warî de alîkarî daye hevrêyên xwe. Bi vî awayî xwedî li peywirên xwe yên pêşengtiyê derketiye. Hevrê Berxwedan her dem tolhildana ji dijmin di bîra wî de bû û her dem hewl dida di warê leşkerî de xwe bi pêş ve bibe. Tevlî gelek çalakiyan bûye û encama van çalakiyên xwe stendiye. Hevrê Berxwedan piştî sala 2017’an li qada Avaşînê maye û ketiye bin efsûna bedewiya Avaşînê. Wî her kêlîka berxwedana ji bo Avaşînê hîs kiriye û bi Avaşînê re bûye yek. Ew yekser di nav berxwedana Avaşînê de cih girtiye û bûye parçeyekî kêlîkên dîrokî. Dema ku dijmin bi çekên kîmyewî û metodên dûrî mirovahiyê li tunelên şer êrişî hevrêyên wî kirine, hevrê Berxwedan û hevrê Berxwedan li qada berxwedanê bi tarza gerîlatiya gerok a ku yek ji taktîka şerê serdema nû ye, pêşengiya gelek çalakiyên xurt ên li hemberî dijmin kiriye. [1]