$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Berjîn Zenda
Nav paşnav: Ayşe Demîr
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Ziyana-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 07-07-2021 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Berjîn li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê, zext û zora dijmin dît û di encama vê de jî neçar ma ku koçî Ewropayê bike. Hevrêya me Berjîn ku neçar ma di temenê zarokatiyê de ji Kurdistanê qut bibe, ti carî xwe ji nirxên xwe venegirt. Hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê û welatparêziyê her tim parast, her tim bi hêviya vegera li Kurdistanê jiya. Hevrêya me Berjîn sîstema kapîtalîst ku herî zêde li Ewropayê serdest e, analîz kir û li be rabû. Bi gaveke wêrekî berê xwe da Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Ji roja ku xwe gihand nava refên gerîla û pê ve ji bo bandorên sîstemê ji ser xwe biavêje kete nava hewldaneke berfireh. Her ku ji bandoreke neyînî rizgar dibû mîna ku ji nû ve ji dayik bûye lê dihat. Bi taybetî zû bi şêweyê jiyanê yê ku sîstema kapîtalîst li jinê ferz dike û polîtîkayên teslîmgirtina jinê ya li nava çar dîwaran hesiya û li dijî vê yekê kete nava têkoşînê. Hevrêya me Berjîn bi vegera li Kurdistanê û tevlîbûna li nava refên gerîla ku nûnerê nirxên gelê Kurd e, gihîşt wê baweriyê ku li koka xwe vegeriya ye û welatparêziya rasteqîn û şoreşgerî li ser vê kokê şîn dibe. Hevrêya me Berjîn ti carî ji bîr nekir ku afirînerê esasî yê vê guhertina bingehînî keda Rêber Apo û hevrêyên şehîd e û ji bo hêjayî Rêberê me û şehîdên me bibe her tim têkoşiya û jiyaneke bi vî rengî ji xwe re kir esas. Ji bo vê jî her qada têkoşînê bala wê kişand û xwest ku bi taybetî xwe ji aliyê leşkerî ve bi pêş bixîne. Li ser rêbaza gerîla ya serdema nû kûr bû û ji bo bibe gerîlayeke profesyonel timî xwe perwerde kir. Berevajî taybetmendiyên sar ên Ewropayê bi kesayetiya xwe ya xwîngerm û xwezayî, hevrêya me Berjîn heta hucreyên xwe hemûyan bi taybetmendiyên Kurdistanî jiya. Bi daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê wê ji bo me hevrêyên xwe her tim bibe hinceta têkoşînê.[1]