$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Yerîvan Kato
Nav paşnav: Makbûle Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Adîle-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 10-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Yerîvan li navçeya Elkê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku cihê lê ji dayik bû û mezin bû yek ji navendên têkoşîna me ya gerîla ye, hevrêya me Yerîvan partiya me û gerîla ji nêz ve nas kir û bi bandora têkiliyên hevrêtiyê yên partiya me tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Yerîvan piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi karkeriya xwe û kesayetiya xwe ya xwezayî bal kişand ser xwe û ji bo xwe bigihîne pîvanên jin a azad timî hewl da xwe perwerde bike. Weke bersiva vê keda xwe taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih kir. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de ku li Zagrosan dest pê kir li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi karên şoreşgerî dewam kir û wezîfeyên xwe hemû bi berpirsyariyeke mezin bi cih anî. Di heman demê de li Şengalê tevlî şerê li dijî faşîzma DAÎŞ'ê bû û bi navê mirovahiyê bû xwedî rûmeta şerkirina li dijî DAÎŞ'ê. Herî dawî jinûve li Zagrosan vegeriya û li Avaşînê tevlî berxwedana dîrokî ya li dijî mêtingeriya Tirk bû. Tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin û kîna xwe ya li dijî dijmin bi serxistina çalakiyan nîşan da.[1]