$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Binevş Çiya
Nav paşnav: Sema Sumbul
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Gulten-Abdulhamît
Dem û cihê şehadetê:10-10-2021/ Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Binevş li navçeya Qereyazî ya welatparêz a Erzîromê di nava malbateke ku li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê berdêl daye, ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe hevrêya me Binevş partiya me PKK ji nêz ve nas kir û weke her ciwanek û jineke Kurd a bi rûmet li hemberî êrişên qirker ên li ser gelê me bêdeng nema û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Demeke kurt piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, dema ku faşîzma DAÎŞ'ê êriş bir ser Şengalê, cihê xwe di nav akoma destpêkê ya gerîla de girt ku bi hawara xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê ve çû. Hevrêya me Binevş di asta pêşengiyê de tevlî şerê dijî van çeteyan bû, tola jinên Êzidî ku koletî li wan dihate ferzkirin hilanî. Piştî ku li Şengalê di şer de bû xwedî tecrûbeyên mezin ên leşkerî bi biryara partiya me di sala 2018'an de ji nû ve li çiyayên Kurdistanê vegeriya û bi perwerdeya îdeolojîk bû fermandareke pêşeng a YJA Starê. Ji bo bicihanîna Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk a bi pêşengiya gerîlayên me yên YJA Starê, hevrê Binevş baweriya xwe bi wê anî ku divê di hunera leşkerî de bibe pispor û di vê çarçoveyê de xwe timî perwerde kir û bû fermandareke şareza. Ji sala 2020'î û pê ve li qada Avaşînê tevlî hemû pratîkan bû û di vê mijarê de bû xwedî kedeke mezin. Ji destpêka operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger û vir ve ku ji meha Nîsanê û pê ve li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, li herêma Avaşînê kar kir û herî dawî li qadên berxwedanê yên Werxelê tevlî şerê rûmetê bû. Tevî êrişên dijmin ên bi rêbazên li derveyî mirovahiyê di kevneşopiya berxwedanê ya Apoyî de kêliyekê jî tawîz neda û bi mehan tevî şerê giran weke fermandareke YJA Starê bi rola xwe rabû, heta kêliya dawî erka xwe bi cih anî û bû hinceta tolhildanê ji bo hevrêyên xwe.[1]