Leyla Mexso Berazî kî ye? Tu dikarî hinekî behsa xwe bikî?
Ez li Birûka, (Esentepe/Doluca) gundekî ku li deşta reşkotan malbata min belav bûye, çêbûm ji diya xwe re. Di nav maleke heft kur û şeş keç, sêzdeh xweh û birayan de mezin bûm. Gotin û risteyên Kurmancîya reş, rabûn û rûniştinên bi nirxên eşîrane, di jiyana me yî rojane de tiştekî adetî bû wê wextî. Di nav gotinên dilekî safî de, ko ava xwe ji tasa mirovahiyê ya asta dinyayê vexwariye, li ser bingeheke hişpak hîmê xwe danîne. Di wê atmosferê de kalik, bapîr, metik, ap, dê û bav, xweyê vê mîrateya kevn û qedîm in. Piştî ez gavek wir da ji vê auraya ku di xwezaya xwe de diherike bir dûr ketim û tevlî jiyanên din, kesên din, avên din bûm, tê gihîştim bê çiqas di nav çandeke halxweş, xenî û berfireh de bihuriye zarokatiya min. Li ser rûzemîneke bi her awayî hafizeyeke dewlemend.
Ez li Batmanê çûme dibistana seretayî ku hê Batman weke navçeyeke biçûk û ne bajêr bû. Mala me yî li Batmanê di nav hewşeke mezin de bû. Di nav vê hewşê de sê çar malên ber û pismamên bavê min jî hebûn. Piştî dibistana navîn, ez çûme Lîseya Batmanê. Piştî wê min di zanîngehê de beşa pedagojî / mamosteyiyê xwend û dest bi kar kir. Niha jî li Zanîngeha Enqereyê, (DTCF) di beşa etnolojî / folklorê de dixwînim; perwerdehiya min berdewame.[1]