=KTML_Bold=Yek ji kesayetiyên girîng ya berxwedêr Reşîd Hemo=KTML_End=
Reşîd Hemo (1925-2010) ji nava malbateke belengaz, ji gundê Hobekê ya navçeya Recoya girêdayî bajarê Efrînê ji dayîk bûye. Hevjîna wî Xedîce Birahîm di sala 2008'an de wefat dike. Ew xwdiyê çar kuran û sê keçan e. Destpêkê li ber destê şêxê gund fêr dibe, paşê li dibistana Reco (1933-1936) di van salan de dixwîne, refa çaran li Ezazê dixwîne, paşê dibistana El-Xesrewiyê islamî li Helebê di sala 1939'an de dixwîne.
Di destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem de û ji ber hejarî û hewcedariyê, Reşîd dev ji xwendinê berda, ji ber wê jî vegeriya gundê xwe û li gundên herêmê mamostetî kir û ji gundê Xalka dest pê kir .Rehmetî ji polîsekî navenda polîsgeha Bilbilê hîn bûye ku kovareke bi zimanê kurdî li Şamê hatiye çapkirin, ji xwediyê wê mîr Geladet Bedirxan re nivîsî ku paşê nusxeyên wê werbigire û di kovarê de hînî xwendin û nivîsandina Zimanê Kurdî bûye û li Efrînê dibistanek vekir û ji ber damezrandina xwe li gel hevalên xwe yên komeleyeke çandî ya Kurdî, ew ket zindan û dibistan di sala 1951 de hate girtin, lewra wî dibistanek li gundê xwe vekir.
Reşîd Hemo di sala 1952’an de tevlî refên Partiya Komunîst bû, li herêmê weke kadro kar kir, piştre di sala 1954’an de ji bo hilbijartinên Meclîsa Gel bû namzet û li Minbic, Bab û Idlibê weke komunîstekî aktîf kar dikir. Partiya Komunîst ji ber ku serokatiya partiyê fikrên wî yên li ser mafên kurdan red ki, ji Partiya Komûnîst derket. Ew beşdarî kovara Ronahî bû ku ji aliyê mîr Celadet Bedirxan ve li Şamê derdiket, di salên pêncî de jî beşdarî gelek komeleyên çandî bû, ew yek ji heft damezrênerên yekemîn rêxistina kurdî li Sûriyê ye (li gel: Osman Sebrî - Şewket Neasan - Mihemed Elî Xoce - Hemîd Hac Derwîş - Xelîl Mihemed Ebdullah - Hemze Nûran).
Ew bi riya hevalê xwe Cemîl Kanna bi Dr. Nûrî Dêrsimî nas dike. Her wiha ji bo fêrkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û belavkirina ruhê netewî di wan de (li gor pirtûka Cebel El-Kurd - Dr. Mihemed Elî Ebdo) xebitî. Di sala 1950 de, tevî Mihemed Elî Xoce çû giravê ku bi Komeleya Xûybûnê re têkiliyê deynin, û pê haydar bû ku nayê berdewam kirin.
Wî di sala 1951ê de dibistaneke taybet a amadekariyê li bajarê Efrînê vekir, û di heman salê de li gel komeke ronakbîr, di nav wan de Şewket Naasan, komeleyeke çandî ya girîngayîna bi çandê û şerê sîxuriya Tirkiyê re têkildar e, damezrand. Piştî çend mehan damezrînerên komeleyê hatin girtin, zêdetirî mehekê di zindanê de man, paşê di dema Edîb Şêşeklî de hatin berdan, û dibistan hat girtin û naveroka wê hate desteserkirin. Paşê bi rêya Cegerxwîn tevlî rêxistina El-Ensar El-Selam bû.
Paşê di sala 1952an de bû endamê Partiya Komunîst, dema ku yekemîn rêxistina komunîst li herêma Efrînê hat damezrandin, di sala 1954'an de di hilbijartinên bermelna sûriyê de gelek deng wergirtin. Têkiliya wî bi Osman Sebrî û Mihemed Elî Xoce tevî Şewket Naasan re xurt bû, heta ku di sala 1957an de yekemîn rêxistina kurdî li Sûriyê damezrand, lewra ew û hevalên xwe (Şewket Neasan - Mihemed Elî Xoce - Xelîl Mihemed) sûd jê wergirtin. tecrubeya xwe ya rêxistinî di Partiya Komûnîst de di serrastkirina belgeyên damezrandina partiyê de û piştî damezrandina wê bû endamê nivîsgeha siyasî ya partiyê.
Ew wek kadroyekî we ji kar re vala kir û di sala 1958 de hat girtin, û çend mehan zîndakirina malê li ser wî hate sepandin, lewra ew ji ber çavan winda bû ta ku di sala 1960 de li Helebê hate girtin, û heya cihêbûna di navbera Sûriyê û Misrê de girtî ma. (Hevjîna wî Xedîce, bûbû navbênkara wî û hevalên wî yên li derveyî girtîgehê), û ew jî di sala 1964an de hat girtin û nêzîkî salekê di girtîgehê de ma.
Ew ji partiyê hatibû wezîfedarkirin ku biçe Tirkiyê ji bo alîkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiyê ku nû hatiye damezrandin. Ew ji aliyê asayîşa Tirkiyê ve hat şopandin, piştre ji Tirkiyê vegeriya. Rêhevalên wî ew erkdar kirin ku biçe Lubnanê û bi rêxistina partiyê ya li wir û çapemeniya navneteweyî re têkilî deyne û salekê li wir ma û li wir gelek hevaltî ava kir û gotar di rojname û kovarên Libnanî de weşandin.
Reşîd Hemo piştî daxuyaniya 11-03-1970 bi rehmetî Celal Talebanî re hevdîtin pêk anî û ji bo bersivdana yekbûna her du aliyên partiyê (ku di sala 1965an de yekemîn parçe bû) çû Kurdistana Iraqê. Di sala 1970 de, Kongreya Netewî ya Kurd di bin sîwana serokê nemir Mistefa Barzanî de ji bo yekkirina her du partiyên partiyê (wê demê bi navê rast û çep dihatin naskirin) hate lidarxistin û serkirdayetiya demkî (bêalîbûn) hate damezrandin. Li Bexdayê û li wir wek berpirsê komîteya sernivîsê ya kovara El-Kadir ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistan - Iraq li Bexdayê dihat weşandin, hat destnîşankirin.
Heft mehan di wî karî de ma, piştre vegeriya Sûriyê û di nav refên Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de kar kir. Ew ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat girtin, zordarî û çewisandin û jiyaneke dijwar derbas kir, û hat neçarkirin. Di sala 1993an de dev ji karê rêxistinî berdide, lê heta roja dawî ya jiyana xwe bi gelê xwe ve girêdayî maye û li wir di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dide. Û ew li herêma Cizîrê di 17-12-2010 de bû, û termê wî bo gundê wî Hobka hate veguhestin, û di 19-12-2010 de bi amadebûna girseya gel bi merasîmeke bi heybet û bi rûmet hate veşartin ku aliyên tevgera kurdî li Sûriyê tê de beşdar bûn û çendîn axaftin hatin pêşkêşkirin, ji wan jî ya Dr. Xelîl Mihemed û axaftina Hemîd Hec Derwîş.
Herî dawî jiyana xwe ji bo rizgarkirina gelê xwe yê kurd li Sûriyê ji cehalet û zulmê û ronîkirina wan bi zanist, çand û siyasetê terxan kir. Rehma Xwedê li têkoşer Reşîd Hemo be û nifşên kur û keçên wî wî bi serbilindî bi bîr tînin.
Li jêr lîsteyek ji çend pirtûkên ku ji hêla wî ve hatine nivîsandin ev in:
1. Pirsgirêka Kurd li Sûriyê - Destpêk û hêviyên çareseriyê. Hatiye çapkirin, lê tune ye.
2. Tevgera Kurd di Peywendiyên Navdewletî de (400 rûpel). Hatiye çapkirin, lê tune ye.
3. Şoreşa Cebel El-Ekrad (tevgera peyreweyan). (Destxet)
4. Kurdên Sûriyê û mafê çarenivîsê. (Destxet).
Çavkanî:
Kurdîpêdiya - Mihemed Kurdaxî
Amadekirin û wergera ji erebî: Aras Hiso
[1]