$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dîcle Firat
Nav û paşnav: Mehtap Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dê û bav: Ayhan - Ethem
Dîrok û cihê şehadetê: / Heftanîn 20-08-2021
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Dîcle li Serêkaniyê ya Rihayê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbat welatparêz e û bîreke wan a xurt a Kurdbûnê heye, sempatiya wan a ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zêde ye. Dema ku di sala 2015’an de dijmin gelê me qir dikir, ew bêdeng nemaye û tevlî nav refên gerîla bûye.
Heval Dîcle bi îddîyake mezin tevlî jiyana gerîlatiyê bûye, her kêlîka jiyana xwe li gorî vê îddîayê esas girtiye û ji bo vê jî her dem ketiye nav lêgerîna xwepêşvebirinê. Heval Dîcle di warê îdeolojîk û leşkerî de xwe her dem perwerde kiriye, ketiye nav hewldana ku esasên gerîlatiya modernîteya demokratîk pêk bîne. Wê bawerî bi vî tiştî aniye ku ji bo azadiya gelê me divê kedeke mezin were dayîn û li ser esasê fedaîbûnê beşdariyekê bike û tevlî nav xebatên Hêzên Taybet bûye. Heval Dîcle di serkeftina şerê di sala 2019’an de yê li Heftanînê vê serkeftine xwe gelek caran îspat kiriye. Di vê pêvajoya şer de ne bi tenê tevlêbûna wê ya şexsî, di heman demê de hevalên xwe jî bi awayekî aktîf tevlî nav pêvajoya şer kiriye, wê rola xwe ya pêşengtiyê baş pêk aniye û bûye gerîlayeke mînak a YJA Starê. Heval Dîcle pratîka xwe ya li Heftanînê ya ku di sala 2019’an de dest pê kiriye ji du salan zêdetir bi xurtî domandiye. Di sala 2021’an de jî li herêma Heftanînê pêşengtî ji gelek çalakiyan re kiriye. Di van çalakiyan de artêşa Tirk a dagirker a ku derbên giran xwariye, neçar maye ku li giran asê bimîne. Heval Dîcle dema ku li ser peywira xwe bû di bomberdûmana dewleta Tirk de şehîd bûye. Heval Dîcle bi hevaltiya xwe ya sade û tevlêbûna xwe ya dirust, bûye milîtaneke jin a Apoyî ya ku hevalên wê, her dem wê bikin mînak.[1]