$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dilvîn Dalaho
Nav paşnav: Rêzan Deraferîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrîwan
Dayik-Bav: Necîm-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 05-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Dilvîn li Rojhilatê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye, vî tiştî bandor li hevrê Dilvîn jî kiriye û bûye sedem ku di warê neteweyî de bibe xwedî berpirsyar. Ev berpirsyarî di dilê hevre Dilvîn de bûye lêgerînek û di esasê xwe de bandora xebatên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê lê kiriye û sempatiya li hemberî partiya me PKK’ê zêde bûye.
Ji ber ku gelê me di bin dagirkeriyê de dijî û her roj qir dibe, ev tişt bûne sedem ku hevrê Dilvîn dest bi têkoşînê bike û di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji ber vê peywir û berpirsyariyê hewl daye jiyaneke li gorî vê cîddiyetê bijî. Dema ku hatiye qadên gerîlayan, dest bi hînbûna jiyana nû kiriye, di heman demê de dest bi amadekariyên tolhildana ji dijmin kiriye. Li ser vê bingehê girîngiyeke mezin daye hunera leşkerî û taktîkê û ji bo gerîlayeke jêhatî ya jin kedeke mezin daye. Hevrê Dilvîn ji bo ku meşa xwe ya şoreşê watedar bike, xwe daye rêya fêmkirina paradîgmaya Rêber Apo ya li ser azadiya jinan û yekbûna jiyana demokratîk a bi xwezayê re. Dema ku paradîgmaya Rêbertî fêm kiriye, biryardarî û hewldaneke mezin a têkoşînê fêm kiriye, sînorên li ber xwe rûxandiye û di nav kesayetiya xwe de guherînên mezin pêk aniye. Bi guherîna di kesayetiya xwe de, ji bo ku layîqî Rêbertî û şehîdên me yên qehreman be, her dem di bin giraniya wijdanî de jiyaye û ji bo vê jî li ser xeta fedaîtiyê tevlî nav jiyanê bûye. Hevrê Dilvîn demeke dirêj li qadên cihê maye û piştre li Avaşînê li hemberî êrişên dijmin li ser xeta fedaî şer kiriye. Herî dawîn li qada Werxelê li hemberî êrişên giran ên dijmin, bi feraseta ku her fîşeka ku li dijmin dixe tê wateya xêzeke berxwedanê ya li ser dîrokê û şehîd bûye.[1]