=KTML_Bold=Hunermend û stranbêjê kurd Ferhad Mele=KTML_End=
Ferhad Mele hunermend û stranbêj e, di sala 1977 ê de ji dayîk bûye, xelkê bajarê #Kobanî# yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ferhad Mele di malbatek evîndarê huner û dengbêjiyê de ji dayîk bûye, lewma heta pola nehan xwendiye, paşê li Peymangeha Muzîkê xwendiye. Bav, xalê wî û apê wî her roj li malê stran digotin û ji wan Ferhad Mele ji biçûkatiya xwe de ji apê xwe û ji hevalên wî yên wek Ze'îm Kendeş Mamed Uskilî û yên din hez dikir.
Her wiha ji wan kesayetiyên stranbêj yên ku di bin bandora wan de maye Mihemed Arif Cezrawî de, Baqî Xido, Ze'îm, Baran Kendeş û Mamoste Reşîd Sofî de ye. Di navbera Almanya, Îspanya, Lêbiya, Lubnan û Kurdistanê de, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, beşdarî gelek festîvalan bûye.
=KTML_Bold=Ji berhemên hunermend Ferhad Mele ev in:=KTML_End=
1. Ji panzdeh saliya xwe de dest bi karê mûzîkê, dengbêjî û lêxistina amûrên mûzîkê kiriye.
2. Di sala 1998'an de li bajarê Şamê yê Sûriyê warê muzîkê qedandiye.
3. Beşdarî çend çalakiyan li bajarê Şamê bûye.
4. Di sala 2005'an de beşdarî Newroza Lubnanê û roja karkeran bûye.
5. Di sala 2000'î de beşdarî Newroza Lîbiya û Terablusê bûye.
6. Di sala 2016'an de beşdarî Newroza Almanya ya Hannoverê bûye.
7. Li bajarê Kobaniyê beşdarî gelek çalakî û şevbuhêrkên gelêrî û cejnên Newrozê bûye, ji wan Cejna Jinan, Cejna Karkeran, 15 Tebaxê, û gelek ahengên din ên neteweyî.
Nêzîkî /18/ stranên wî ji berhemên wî û çend kilîpên dîtir hene. Ferhad Mele beşdarî gelek stranên kevneşopî yên folklora Kobanî bi çalakî û şevbuhêrkan cihêreng bûye. Her wiha li gel hunermendên bajarê Kobanî beşdarî gelek stranên komî bûye. Niha jî li navenda çandê ya bajarê Reqayê stranan parve dike û distire. Ferhad Mela li bajarê Reqayê şagirdên jenandina notan û jenandina amûrên mûzîkê perwerde dike.[1]
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=: kurdîpêdiya
Amadekirin û wergerandina ji erebî: Aras Hiso[1]