Brahîm Eshed
Kêlîyekî Rawestin!
Li dijî dagirkerî û bindestîyê berxwedan û tekoşîn kirin، mafê hemû gelan e. Ev sembol di qadên navnetewî da tê bilindkirin û Rewa bûna parastinê wiha dida nîşandin. Lê ev nişandan li hemû welat û devera ne wek hev tê destgirtin. Ji xwe em binerin li hin mileta ku wilo kirine ji wan، heya ew mafên xwe ye ku parastinê welatê xwe bike ew kirine ku dijî sîstma parastina xwe derkeve.
Çima em wiha dibêjin? Em wiha dibêjin ji ber ku em civakek ku bi çavê xwe em nebînin em bawer nakin. Lewra ev rewşa ku niha li welatê Ukrayna yê derketîye hole rastîya pir çewtî û nemafdarîya li ser hin mileta dida nîşandan. Wer çiqasî ku em ji alîyekî da jî berxwedana gelên Ukrayna rewa dibînin jî ku parastina welatê xwe dike jî. Lê armancê me em hin ders û hevrûkirinekê bi rewşa erîşkirina li ser welatê Ukrayna yê û welatê me em bikin. Taybet ku her cuqasî ev hevrûkirin jî ne yekser pîvane. Ji ber rewşa welatê me ku em ne tenê ji parastin û avakirina deverê xwe em tekoşîn dikin wekî welatên din. Ji wê bêtir em ji bo çand, dîrok û hebûna xwe em di nava berxwedaniyê de ne. lewra ev rewşa wiha dide ser me ku em têkevin nava seferberiya herî dijwar da ji bo welatê xwe.
Rewşa civak û miletê Ukrayna yê. Em li miletê wê binerin em dibînin ku ew rastiya ku em niha dixwazin li Rojava bidin avakirin ewe, lê li vir hêjayî gotinê ye ku em bêjin ji me re şerme û ji cîhanê re hirmete. Di şerê Ukrayna yê de milet hemû yanî sivîl daketine qada şer û welatê xwe diparêzin. Ne tenê ev heya em binerin welatekî ku ewqasî xwedî çek û bargehe jî, lê ji bo parastina xwe gelê wê metetof dane çêkirin û çek li miletê xwe belav kirine û ji kesayeten lîstikvan bigirin dest heya siyasetmedar û kesayetên ku mixalefeta Okranoyayê ne daketin qada şer û cihê xwe di çemberê şer girtin, yanî li pêşiya çavê cîhanê parastina xwe dikin. Lê li kurdistanê da û taybet li Rojava da dema miletê me daketin qada şer ji bo parastinê û rizgarkirina welatê xwe û taybet li beranberî hêza ku ewqasî tunderw û hov xwe diparastin. Me dît ku cîhan û taybet sîstemên hegemonîk me tewanbar kirin ku win civakek leşger didin avakirin û bi vî rebazî di nava civaka me de belavkirin. Ji xwe partî û rêxistinên ku dijberiya şoreşa me dikirin beriya her kesekî ev di nava civaka me de belavkirin û bûn gêzinên ku ew agir di nava me de belav kirin. Ji ber wê em niha li rewşa welatê Ukrayna yê binerin û em li xwe vegerin û sîstemên hegemonîk vala derbixin.
Ji ber wê em xwedî mîkanîzmeyek ya parastinêne ku bi rêbaz û şêwazê şerê gelên şoreşgerî em dikarîbin welatê xwe rizgar û biparêzin.[1]