$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Evrîm Botan
Nav û paşnav: Aysel Ocal
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Nazmiye - Sadûn
Dîrok û cihê şehadetê: 13-10-2020/ Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Evrîm li gundê welatparêz Xavista yê navçeya Şaxê ya Wanê ji dayik bû. Ji derdora wê tevlêbûna nav gerîla pêk hatiye û xizmên me yên di nav refên gerîla de şehîd bûne. Hevrêya me Evrîm di biçûkatiya xwe de li gund û zozanan gerîla dîtiye û cara pêşîn tevgera me ya azadiyê ji nêz ve nas kiriye. Ji şêwazên jiyan, hevrêtî û têkiliyên gerîlayên ku dîtibû bandor bû. Ji ber vê yekê xeyala wî ya tevlîbûna nava refên gerîla bû. Hevrêya me Evrîm bi dîtina sadebûn û durustiya di şêwaza jiyana gerîla de fêm kir ku weke jin ancax di nava refên gerîla de tama azadiyê dike. Ji ber vê yekê fêm kir ku ew tenê dikare xwe di nava refên gerîla de bibîne. Ji ber ku xizmên wê yên nêzîk tevlî nava refên gerîla bûne vî tiştî bandor li ser hevrêya me Evrîm jî kiriye û di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîla bûye.
Hevrêya me yê ku dema destpêkê tevlî gerîla bû demekê li herêma Şaxê ma, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrê Evrîm berê perwerdehiya Şervanên Nû dît û piştre jî Perwerdehiya Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî û perwerdehiya çekên giran dît û di taktîkên şerê gerîla de bi lez xwe kûr kir. Di vê pêvajoyê de bi perwerdehiya bîrdozî ya ku girtiye tevlîbûna wê ya hestyarî veguheriye tevlîbûneke hişmendî. Bi perwerdehiya ku dît, xwe, zayenda xwe û rastiya me ya giştî baştir fêm kir. Ji analîza Rêbertiya me ya azadiya jinê gelekî bandor bû. Di vê perwerdehiya analîzan de bi kûrûnên ku jiyabû, pîvanên jina azad hê zêdetir eşkere kir. Weke gerîlayeke pêşeng a YJA Starê, hevrêya me dixwest li dijî êrîşên qirkirin û qetlîamê yên li ser gelê me têbikoşe û gelê me ber bi pêşerojeke azad ve bibe. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gelê me, yekser cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt. Hevrêya me Evrîm a ku demeke dirêj li dijî êrîşên DAIŞ'ê li ber xwe da, bi têkoşîna xwe tola bi hezaran jinên ku li bazarên koleyan hatin firotin û qetilkirin, hilanî. Hevrêya me ya ku di şerê dijwar de carekê bi giranî birîndar bû, dîsa bi biryar û îradeyek mezin li ber xwe da û li cihê ku lê mabû têkoşîna xwe domand. Hevrêya me ya ku bi kûrahiya xwe ya bîrdozî û hem jî bi ezmûna xwe ya leşkerî karîbû bibe fermandareke jêhatî ya YJA Starê, piştî ku erka xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dawî kir, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Piştî ku vegeriya çiyê, li Akademiya Şehîd Berîtan a jina azad beşdarî perwerdeya bîrdozî û leşkerî bû û pratîka xwe ya şerê demdirêj nirxand. Hevrêya me ji bo pêşketinên bihêztir bi dest bixe û xwe bigihîne kesayeta fermandariya pêşeng a serdema nû, pêngaveke şoreşgerî kiriye.Hevrêya me ya ku di xeta azadiya jinê de xwe pêş ve bir û bû fermandara YJA Starê ya ku di taktîkên şer ên serdema nû de bûye pispor. Hevrêya me ya ku ewil çû herêma Heftanînê, yekser cihê xwe di nav eniyên şer de stend. Bi tevlîbûna li gelek çalakiyên li qada Heftanînê, peywira xwe ya pêşengtiyê bi cih anî. Bi lehengiya xwe ya di şer de hêz û moral dida hevrêyên xwe û hem weke hevrê û hem jî weke fermandar erkên xwe bi cih anî.
Hevrêya me piştre derbasî herêma Metîna bû û li wir erka xwe ya leşkerî berdewam kir, di 13’ê Cotmeha 2020’an de di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku heval Evrîm ji me re hiştiye, bigihînin serfiraziyê.[1]