$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Jîr Baz
Nav û paşnav: Mazlûm Demîr
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Meryem - Abdulvahît
Dîrok û cihê şehadetê: 07-10-2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Jîr li gundê Peyanis ê Colemêrgê di malbateke welatparêz û girêdayî axa xwe de ji dayik bû. Gelek ji malbat û xizmên hevrêyê me Jîr tevlî nava refên gerîla bûne û kurê mamê wî Afat Colemêrg-Hozan Demîr şehîd bûye. Ji ber ku hevrêyê me Jîr di nava malbateke wiha de mezin bû têkoşîna gerîla ji nêz ve dît, ji ber welatparêziya malbatê rastî zext û êrîşên dijmin hat, partiya me PKK’ê ji temenê xwe yê biçûk ve nas kir. Zext û êrîşên dijmin çiqas zêde bûne, dilsoziya hevrê Jîr a ji bo welatê me Kurdistanê û partiya me PKK’ê zêdetir bûye. Di vê wateyê de weke ciwanekî Kurd rêya rast a li dijî dijmin şer kirin dît. Ji ber ku malbata wî derbasî navenda Colemêrgê kiriye, piraniya jiyana xwe li Colemêrgê derbas kiriye. Hevrê Jîr ku ji bo bersivdana êrîşên dijmin ên li ser gelê me di nava xebatên ciwanan de cih girt, bi şikandina polîtîkaya qirkirinê ya dijmin re rê li ber ciwanên Kurd vekir ku cihê xwe di nava refên berxwedanê de bigirin û hem jî pêşengiya pêşxistina xwerêveberiyê kir. Di destpêka jiyana xwe ya têkoşînê de bi tevlîbûna xwe ya fedakar û bi nêzîkatiya xwe ya rast di xebatên ku tê de cih girt, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Jîr ku bi serkeftina xwe ya di xebatan de gelê me kir hêzeke rêxistinkirî, bala dijmin jî kişand û mixabin dîl ket destê dijmin. Hevrêyê me Jîr ê ku zindanên ku dijmin bi armanca şikandina îradeyê û dûrxistina ciwanên Kurd ji têkoşînê afirandiye, veguherandiye navendeke perwerdehiyê û bi helwesta xwe bersivek xurt daye dijmin. Hevrêyê me Jîr ku bi qasî 3 salan di zindanên mêtîngeriyê de ma, di vê pêvajoyê de xwe perwerde kir, ji bo fêmkirina rastiya Partî û Rêbertiyê lêhurbûnên kûr kirine û li ser vê bingehê rêya têkoşînê diyar kir. Di wê baweriyê de bû ku divê bi şêwaz û beşdariyeke ku bikaribe bersivê bide daxwazên gelê me yên azadiyê têkoşînê bike û piştî ku ji girtîgehê derket, di sibata 2014’an de ji bo bersivê bide Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me, berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên ku bi salan xeyal dikir û di nava refên gerîla de cih girt.
Hevrêyê me Jîr ku li ser herêma Xakûrkê tevlî nava refên gerîla bû, li vir perwerdeya xwe ya yekemîn dît. Bi perwerdehiya ku dît re di demeke kin adapteye jiyana çiya bû. Hevrêyê me Jîr ê ku xwedî ezmûneke rêxistinî ye, ji bo ku di warê leşkerî de zêdetir xwe perwerde bike, ji bo bibe gerîlayekî profesyonel, hewl da. Ji sala 2015’an û vir ve li hemberî êrîşên tasfiyeyê yên ku dijmin li dijî gelê me û Tevgera me pêşxistiye, di nava lêgerîna bersiv û çalakiyan de ye. Hevrêyê me yê di vê lêgerînê de bi ser ket, li herêma Xakûrkê beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me yê ku bi fedekarî û bi lehengî beşdarî van çalakiyan bû, bû milîtanekî ku hemû hevrêyên xwe wê ji xwe re mînak bigirta, piştre bû fermandar û dest bi pêşengiya hemû hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Jîr ê ku ji çalakiya li dijî dijmin heta amadekariyên binesaziyê, ji çêkirina tunelên şer di nava gelek xebatên ku xwerêveberî û bawerî hewce dike de cih girtiye, yek ji hevrêyên me ye ku erkên serdemê girtiye û pêk aniye. Hevrêyê me, ku bi qasî 5 salan li herêma Xakûrkê şoreşgertî kiriye, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin û ji bo armanc û xeyalên gelek hevrêyên şehîd ên bi wan re têkoşiya û gihîştine şehadetê pêk bîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku armanca wî ya herî mezin e misoger bike û xwe bigihîne sibeha azad a ku gelê me hêjayî wê ye, ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir.
Li ser vê bingehê di çarçoveya projeya ji nû ve avakirina gerîla de tevlî perwerdeya leşkerî û bîrdozî bû. Di pêvajoyeke ku dijmin bi bikaranîna teknolojiyên serdemê xwest Tevgera me tasfiye bike, li gorî nirxandina Rêbertiya me ya “Teknîka herî mezin mirov bi xwe ye” nêzîk bûye û lêhurbûn kiriye. Di vê wateyê de di taktîkên gerîlla yên serdema nû de kûrbûnek çêkir û di bikaranîna van taktîkan de pispor bû. Hevrêyê me Jîr ku ji ber jêhatiya xwe ya bilind di taktîk û teknîka leşkerî de û di felsefeya Rêber Apo de xwe di aliyê bîrdozî de kûr kiriye, bûye fermandarekî pêşeng, bi tevlîbûna xebatên akademiyê tevlî perwerdehiya gelek hevrêyên xwe bûye. Kêlî bi kêlî bi pêşketina her hevrêyek xwe re eleqedar bû û di heman demê de xwe pêşde dibir. Hevrêyê me Jîr ku di jiyana şoreşê de xwedî meşek bê navber bû, di tevahiya jiyana xwe de bi taybetmendiyên xwe yên kedkar, fedekar, durust û biryardar, weke milîtanekî pêşeng ê ku hemû hevrêyên xwe ji xwe re mînak girtin, gihişt şehadetê. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê armanc û xeyala hevrê Jîr pêk bînin.[1]