Nasnav: Gîvara Behrî
Nav û paşnav: Ronî Xelîl
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Navê dê û bav: Nalîn Îdrîs
Dîrok û cihê şehadetê: 19-10-2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Bi dehan sal in gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya xwe ya ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û bi hezaran zarokên hêja ku li nava refên gerîla zêde kirine, pêşengiya şoreşa Kurdistanê dikin. Gelê me yê Rojava ku ji bo Kurdistana azad bi hezaran ewladên xwe yên leheng feda kirin, îro jî li dijî polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê, sekna xwe ya azadiyê bi israr didomîne û li hemberî her cure êrîşan sînga xwe dike mertal. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser her du Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava, bi hezaran ciwanên Rojava di nava refên berxwedanê de cih digirin û bi berxwedana xwe roj bi roj gelê me nêzî azadiyê dikin.
Hevrêyê me Gîvara li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbasî ciwantiya xwe bû, bi taybet li Hesekê şahidê gelek şer û pevçûnan bû. Hem bû şahidê êrîşên çeteyên DAÎŞ û hem jî yên rejîmê û li hemberî van êrîşan berxwedana leheng a hêzên azadiyê yên li Rojava ku felsefeya Apoyî esas girtibûn, dît. Hevrêyê me Gîvara ku ji berxwedan û têkiliyên hevrêtiya şervanan gelek bandor bûye, ji bo tevlî van hêzên azadiyê bibe xeyalên mezin ava kirine. Bi taybetî rastiya Rêber Apo ya ku ji hêzên azadiyê yên Rojava îlham jê girtiye û weke rêber hatiye qebûlkirin meraq dike û hewl dide vê rastiyê fêm bike. Her ku dixwend û lêkolîn dikir felsefeya Rêbertiyê baştir fêm dikir û dixwest vê felsefeyê bike bingeha jiyana xwe. Hevrêyê me Gîvara ku bi girêdaneke bêsînor a bi felsefeya Rêbertiyê ve girêdayî ye, di demeke ku êrîşên dijmin ên li ser gelê me herî zêde hat dijwarkirin û bi deh hezaran mirovên me neçar ma ji warê xwe yê ku bi salan lê jiyaye bê derxistin de, difikirî ku divê weke Kurdekî ciwan berpirsyartiyên xwe yên li hemberî gelê me bicih bîne. Hevrêyê me Gîvara bi baweriya ku ev yek bi tevlîbûna nava refên gerîla dibe, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Gîvara piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi heyecan û coşa jiyana azad a ku xeyal dikir tevlî jiyanê bû û zû adapteye jiyana gerîla û çiya bû. Bi perwerdeyên ku dîtî re armanc kir ku di felsefeya Rêbertiyê de kûr bibe û di hunera leşkerî de xwe bi pêş ve bibe û bibe gerîlayekî jêhatî. Ji bo vê jî bi cidiyeteke mezin nêzî perwerdehiyê bû. Ji ber vê yekê hevrêyê me Gîvara ku di demeke kin de bû pêşengê jiyanê, asta lêhurbûna ku jiyabû bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da ku erkên xwe yên şoreşgerî bi tevahî pêk bîne. Hevrêyê me ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşniyar kiribû ku biçe herêma Zapê. Ev pêşniyar hate qebûlkirin û derbasî herêma Zapê bû. Hevrê Gîvara ku di yekemîn pratîka xwe ya li qada Zapê de tevlîbûneke kedkar, fedakar û bi israr nîşan da, hurmeta hemû hevrêyên xwe girt. Hevrêyê me yê ku ev awayê tevlîbûnê kir şêwazê jiyanê, tevî ku demeke kurt li herêma Zapê bû, dest bi pêşengiya hawîrdora ku lê bû kir. Di vê wateyê de di temenê xwe yê ciwan de helwesta fermandarekî bi hêvî nîşan da. Mîna gelek hevrêyên xwe yên li herêma Zapê, bi awayekî aktîf beşdarî amadekariya tunelên şer bû ku bû şahidê berxwedan û lehengiyeke mezin û xwedî kedeke girîng bû. Hevrêyê me Gîvara ku bi kesayetiya xwe ya bi kelecan, moral û di heman demê de dilnizm bûye çavkaniya hêzê ji bo hevrêyên xwe, di 19’ê Cotmeha 2020’an de li gel hevrêyê me Tîrêj di êrîşa dijmin de gihiştiye şehadetê. Weke hevrêyên wî em soza ku em ê xeyalên wan ên azadiyê pêk bînin dubare dikin.”[1]