$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Bawer Botan
Nav paşnav: Hasan Ozmen
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Hatîce-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 07-05-2021 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Bawer Botan li bajarê me Sêrtê ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, ji dayik bû. Hevrêyê me Bawer li nava malbateke welatparêz mezin bû. Di salên 1990'î de dema ku dewleta Tirk a qirker ji bo Kurdistanê bê Kurd bihêle û welatparêziya gel tasfiye bike dest bi şewitandin û valakirina bi hezaran gundên Kurdistanê kir, neçar man koç bikin. Di encama zextên faşîzan ên dewleta Tirk de yek ji malbatên me yên ku neçar man ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike malbata hevrêyê me Bawer bû. Lê belê ti carî li hemberî rastiya dijminê qirker serî netewand, reng da her devera ku diçû û veguherand navendeke welatparêziyê. Li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê ku bi serhildanên gel û ciwanên xwe yên serhildêr naskirî ye, bû yek ji ciwanên serî hilda.
Hevrêyê me Bawer karakterê asîmîlasyon û qirker a dewleta Tirk ji nêz ve dît, rastiya dijmin nas kir û tevlî nava karên ciwanên şoreşger bû. Di nava tevgera ciwanên şoreşger de weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet hewl da bi rola pêşengiyê rabe û gelek kar kir. Roj bi roj bêhtir têgihiştî bû, aktîvîsteyên xwe zêde kir û ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran hate destgîrkirin, 2 caran jî hate girtin. Lê belê zextên dijmin nekarîn li pêşiya hevrêyê me Bawer bibe asteng û daxwaz û baweriya xwe ya bi têkoşînê timî dewam kir. Di nava tevgera ciwanan de bi salan pêşengî kir û sala 2015'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrê Bawer ku li herêma Zapê dest bi gerîlatiyê kir, li vê derê alfabeya jiyana gerîla hîn bû, bû şervanekî şareza û roj bi roj bêhtir bû xwedî tecrûbe. Li çiyayên Zapê ku di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şahidî ji gelek lehengiyan re kirine, gerîlatî kir û hîn bi xurtî bi vê derê ve hate girêdan. Weke ciwanekî Kurd ê sivîl hate qada Zapê, lê bi salan re bi keda xwe bû fermandarekî Apoyî. Hevrêyê me Bawer ku mîna Zapê xwedî karakterekî xurt û serhildêr bû di nava pêvajoya şer a 6 salên dawî bi roleke çalak rabû û bi her awayî xwe tevlî pêvajoyê kir. Hevrê Bawer bû xwedî meşeke bênavber û piştî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê hate ragihandin ji bo serxistina vê pêngavê li qada Zapê bû yek ji fermandarên Apoyî ku bi rengekî çalak tevlî bû. Hevrêyê me Bawer bû navê lêdana derbê li dijminê mêtinger û bû yek ji fermandarên fedayî yê Apoyî yê li Zapê. Di 6-7'ê Gulanê de li qada Tîpa T'ê, di şer û bombardûmanê de tevî hevrêyê me Agir bi lehengî şer kir û şehîd bû.[1]